Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Cîgirê Serok û Hevrêzkarê Ofîsê Ebdilehed Istêfo û endamên Ofîsê lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li sûriyê kir.
Û amadebûyan rewşa jiyana xelkê me yên derbider û koçber li kapên bakurê Sûriyê û sivikkirina wê rewşa zehmet li gel dewletên dost û saziyên navdewletî û pêdviyên pêwîst daku rewşa jiyaneyî hîn dijwartir nebe û tiştê tê xwestin bo dabînkirina wan pêdviyan gengeşe kirin, her weha behsa pilaneke nû bo xurtkirina têkliyan li gel dewletên Ereb kirin.
Û Istêfo behsa amadekirina pirojeyekî bo piştgiriya pirograma fêrkirina penaberên Sûrî li Herêma Kurdistana Îraqê, berî ku piroje ji saziyên Ewropî û aliyên bexşînkar re pêşkêş bibe axivî.
Û Rêvebira Ofîsa Karûbarê Emrîka di Ofîsê de Dîma Mosa, şiroveyek li ser pêwendiyên navdewletî ji bo dirêjkirina biryara 2585 ya taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re, ji ber nêzîkbûna dema nûkirina biryarê, ya ku di heyva yekem ji sala dahatî de ye, pêşkêş kir.
Û Rêvebirê Ofîsa Karûbarê Erebî Selîm Elxetîb, li ser şopandina têkliyan li gel dewletên Ereb, çi li ser asta Hikûmetan be an li ser asta kutleyên siyasî be axivî, û tekez kir ku karekî cidî bo xurtkirina têkliyan û bihêzkirina wan têkliyan bi hejmarek ji Dewletên Ereb ên bira re dibe, û di heman demê de pesna helwesta dewletên ku pabendî bi piştgiriya gelê Sûrî ji destpêka şoreşê de kirine da, nemaze Erebistana Siûdî û Dewleta Qeter yên bira.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî