Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Alavên ragehandina civakî di vê dawiyê de nûçeyin belav kirine derbarê koçkirina hevwelatiyên Sûrî yên li gor yasaya parastina demkî li Tirkiyê ne.
Em li Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê rewşê ji nêzîk ve dişopînin, û wek xuyanî ye, Tirkiyê bi sedema cengê ‘’ parastina demkî‘’ li gora yasayên navdewletî daye Sûriyên li ser xaka wê dijîn.
Li gor pêzanînên fermî yên ko ji aliyê Tirkî ji me re hatine, hejmara Sûriyên di bin siya parastina demkî de ne, 3634378 kes in, heta 18 tîrmeha 2019ê, û di seqayeke aram mêvandariya wan dibe, û 3% ji Sûriyan li navendên bicihkirinê yên demkî dijîn , û 97% ji wan li derveyî navendên demkî dijîn.
Bi milyonan Sûrî yên ko li Tirkiyê dijîn ji mêvandariya Tirkiyê dilxweş in, û pêzanînên ko me ji desthilatdarên taybetmend yên li ser pêşveçûnên rewşa dawiyê bidest xistine, dibêjin ko gotgotên li alavên medya civakî û ragehandina navdewletî hatine belavkirin rastiyê nabêjin.
Çi kampanya bi amanca vegerandina Sûriyên li Tirkiyê dijî nîn e, û berpirsiyarên Tirkan ev yek ji me re tekez kirin.
Pêrabûnên ko desthilata Tirkiyê kirine di çarçoveya karê rêveberiya koçberiyê de ye, bi amanca parastina ewlehiya sistema giştî, ji wan jî pirosesa peydeçûna koçberên nerewa û yên nehatine nivîsandin û Sûriyên li wilayetên din xwe tomar kirine û li Istanbulê dijîn.
Pêzanînên ko ji aliyên Tirk yên fermî gihiştine me derbarê pêrabûnên li Istanbulê pêk hatine, heta roja evro, 12474 kesên biyanî hatine destnîşankirin piraniya wan regeznameya Efxanî û Pakistanî ne û yekser pêrabûn derheqê wan de hatine kirin, bo wan li welatên wan vegerînin, û daxwaz ji Sûriyên parastina demkî hatiye kirin ko vegerin wilayetên lê tomarkirî ne, û Sûriyên bêbelgeh bişînin navendên bicihkirina demkî.
Berpirsiyarên Tirk yên ko me ew dîtin, tekez kirin ko desthilata Tirkiyê Sûriyên ko ji ber şer reviyane venagerîne, li gora siyaseta mirovînî ya hevseng ya dişopîne . Her weha tekez kirin ko Tirkiyê aliyek ji peymana Cinêvê ye, ya taybet bi rewşa penaberan û ew bi hûrbînî bi pirinsîba koçnekirinê pabend e.
Em çi guherîneke rêbazî di siyaseta Tirkiyê ya derbarê penaberên Sûrî nabînin, ew pirinsîbên wê yên derbarê penaberiyê heye û di hemû qonaxan de penaber li dev xwe hewandine , û berpirsiyariya qeyrana mirovî ya Sûrî hilgirtiye , û deriyê xwe li pêşberî Sûriyên ji cengê reviyane vekiriye, û ji 2011ê ve bi milyonan ji wan mêvandar kirine, di dema ko hemû cîhanê guhdan bi vê mijarê nekiriye.
Her weha em ji miletê xwe re û ji cîhanê re tekez dikin, wek ko hûn me nas dikin, em dê berdewam karûbarê Sûriyên li Tirkiyê ne birêve bibin, û em ê li dijî yê ko dixwaze gelaciyê û cidabûnê çêbike di navbera Sûriyan û biraderên wan ên Tirk de yên ko digel hev li bin asmanê dewleta Tirkiyê bi hezkirin û birayetî dijîn derkevin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Medya û Ragehandinê