Ofîsa Hemayê ya ragihandinê doh înê, infografeke belgekirinê derxist, wek kurtasiyekê bû li ser dijminkariyên rijêma Esed û hevalbendên wê li bajarok û gundên parêzgeha Hemayê di heyva temûza 2019 de .
Û kurtasiya belegkirinê ya ku li ser malpera fermî ya ofîsê belav bû, diyar kir ku li ser destê hêzêm rijêmê û hevalbendê wê yê rûsî, ên ku di êrîşa xwe ya li ser sivîlên bêçek de tevaya çekan bikar anîne, 78 sivîlên ku jin ji û zarok jî di nav wan de hebûn şehîd ketine, û 69 kesên din birîndar bûne.
Û 40 rewşên girtina sivîlan li ser rêbendên rijêmê di wê kurtasiya ofîsa ragihandinê de hene, herweha prosesên girtina hêzên ewlekariya rijêmê li ser hejmarek malên li devera di bin kontrola wan de.
Û ofîsa ragihandinê eşkere kir ku hejmara êrîşên asîmanî yê rijêmê gihan 869an, û di rêza diwem de yên Rûsiya bûn ku gihan 558 êrîşan, di heman dema 760 êrîşên bi balafirên helîkopter li ser gundewarê Hemayê di meha bûrî de.
Û serjimarê diyar ku hejmara bombebarana bi topxaneyan gihişt 628 caran, û bombebarana bi mûşekavêjan gihişt 455 an, û êrîşek bi mûşekên arastekirî yên “zemîn-zemîn”, û 162 bombebaranên bi tangan, û 22 avêjtokên hawinê li ser malên sivîlan û avahiyên mirovî û jîndariyê û jêrxaneya sivîl li gundewarê Hemayê yê bakur û yê rojhilat.
Û ofîsa ragihandinê di rêveberiya tendurstî ya Hema ya Azad de, li ser platformên xwe yên medya civakî anîbû ziman ku “ ji destpêka helmeta leşkerî de 13 xalên pizîşkî li Hemayê, 20 avahî li Idlibê hatine armanckirin”, û rêveberiya tenduristî berpirsyariya rawestandina bombebaranê û parastina kadroyên pizîşkî û birîndaran ji armanckirina rasterast ya bêserûbe da ser milê civaka navdewletî û dezgehên Netewên Yekbûyî.
Û hêzên rijêmê û Rûsiya êrîşên asîmanî û yên bejayî bi rengek mezin biribûn ser bajarok û gundên parêzgeha Hemayê, ku Rûsiya û rijêm dixwazin di riya bombebarana ji heyva nîsana bûrî de berdewam e, derfeta jiyanê li pêş xelkê teng bikin, di riya armanckirina avahiyên jîndariyê tevlî dibistan û nexweşxaneyan.
Û hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku civaka navdewletî barê beşekî ji tiştê dibe û bombebarana dijî sivîlan hildigire, û Hevbendiyê got ku “ qurbaniyên van êrîşan ne tenê yên rijêma Esed û hevalbendên wê ne, lê belê ew qurbaniyên xemsariya civaka navdewletî û bêkêriya wê ne jî”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî