Tora Mafên Mirovan ya Sûrî, duh di raporta xwe ya herî dawî de, tekezkirina xwe li ser belgekirina girtinên li Sûriyê di tîrmeha borî de çûbûne diyar kir, û got ku wê 589 bûyerên binçavkirina bi darê zorê di tîrmeha borî de belge kirine, di nav de 387 bûyerên bêserûşûnkirinê.
Li gorî raportê, hejmara girtinên bi darê zorê di meha tîrmehê de gihiştiye 589 bûyerên binçavkirinê, di nav de 38 zarok û 24 jin, û amaje bi dokumentkirina 3049 bûyerên binçavkirinê yên bi darê zorê ji destpêka sala 2019’an ve kir.
Raportê diyar kir ku 296 bûyer, di nav de 16 zarok û 8 jin ji hêla rejima Esed hatine pêkanîn, û 11 bûyer, di nav de zarokek, ji hêla Rêxistina “HeyetTehrîr al-Şam” hatine pêkanîn, herweha 227 bûyer hatine tomarkirin, di nav de 18 zarok, 14 jin ji hêla milîsên PYD ve, 55 bûyer ku sê zarok û du jin di nav de ji hêla hin aliyên din hatine pêkanîn.
Raportê daye zanîn ku girtinên herî bêtir li parêzgeha Helebê hatine pêkanîn û belgekirin, ku ji aliyê 127 xalên kontrol û pişkinînê ve, bûyerên serdegirtin û binçavkirinê di tîrmehê de li parêzgehên cûda yên Sûrî hatine encamdan, hevdem ku hêzên rêjîmê di rêza yekê de û paş re milîsên “PYD” di rêza duwem de hatine.
Raportê dakokî li ser serbestberdana jin û zarokan kir û herweha rawestandina girtina malbat û hevalan weke dîl û girawên şer, û daxwaz ji berpirsyarê fermî yê doseya girtiyan li ofîsa Nûnerê NY kir, ku mijara girtiyan bêxe di rojeva civînên bên yên Cinêfê de, ku ev yek ji arîşeyên dûr bêtir bala Sûriyan dikeşîne, ku dikarin paşî bi awayekî hevbeş di navbera aliyan de gotûbêj bikin, piştî rêkeftineke siyasî weke doseya destûrê.
Raportê daxwaz ji Encûmena Mafên Mirovan ya Encûmena Ewlehiya NY kir da ku bicihkirina biryarên xwe bişopîne, û Komîsyona Mafên Mirovan Haydar kir li ser şopandina doseya binçavkirin û wendakirinê li Sûriyê, herweha ku ev dose bikeve di rojeva hemû civînên mehane û salane de bi hevkariya rêxistinên mafên mirovan li Sûrîyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî