Daxuyaniyek Rojnamegerî Ya Hevbeş
Ev bûn pênc sal li ser hev, milletê me li Sûrî qurbaniyên mezin datîne di ber azadî û rûmeta xwe de û bidawîkirina desthilatiya zordariyê û avakirina sîstemeke sivîl û dimuqrat li ser bingeha pirnetewiya siyasî, veguhestina desthiltê bi şêweyên aştiyane, û misogerkirina mafê hemû Sûriyan li ser bingeha niştecîbûna wekhev.
Di bin siya sistbûna Civaka Navdewletî û metirsiyên ceddî li ser hebûna Sûrî û yekîtiya millet û erda wê, ku ew jî ji encamên dijwarkirina kiryarên kuştin, wêrankirin, derbiderbûn, tawanên cengê û qirkirinê, û tawanên dijî mirovahiyê yên ku rejîmê û milişiyên regezperist ew anîne, û hêzên tirorê ên sînor derbaskirî, di serî de rêxistina Daiş û Qa`îde pêk tînin , herweha ji ber pirsiyariya niştimanî derheqê millet û welatê me, Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî gotubêjin bi Desteya Hevrêziya Niştimanî Bo Hêzên Guhertina Dimuqratî li Biroksilê di roja 22-24ê Tîrmehê/ Yolyo 2015an lidar xist, civînê rewşa miletê me û helmeta ku raserî wî tê û çawaniya rûbirûkirina wê di riya erkeke niştimanî hevbeş re ku hemû hêzên şoreşê û hevrikiya Sûrî bicivîne, di riya nerîneke hevbeş re rê bide berdewamiya operasyona siyasî bi çavdêriya Netewên Yekbûyî gotubêj kir.
Her du alî gihiştin nexşeyeke rê bo parastina Sûrî, ku nerînên sereke bo serastkirina siyasî tê de ne, bi şertê ku ji hêla lêvegerên wan were pesendkirin. Belge doza cîbicîkirina “ Daxuyaniya Cinêv” (1 Pûşberan/ Yonyo 2015) dike, di destpêkê de pêkanîna “ Desteya Fermandariyê ya Veguhêz” a ku hemû desthilatiyên zagonsazî, dadmendî û cîbicîkirinê, di nav de hemû desthiltiyên serokê komarê li ser wezaret,deste , û saziyên dewletê, mîna artêş û hêzên çekdar, alav û şaxên saloxgirî, û ewlehî û polîs.
Gotubêjan li ser van xalan lihev kirin:
Hevbendiya Niştimanî û Desteya Hevrêziya Niştimanî armanckirina rejîmê bi awayekî tirsnak ji sivîlên bêçek re li hemû bajar û bajarokên Sûrî bi bermîlên teqîner û sarûxan şermezar dike, her du pirsiyariya Netewên Yekbûyî û Civaka Sivîl di rawestana kiriyarên qirkirina giştî û tawanên kuştinê ku bi serê milletê me de tê, û karkirina ji bo parastina tekûz ji sivîlan re misoger dike tekez dikin.
Her du alî şermezarkirina xwe ji karên tirorê ku rêxistina Daişê, Hizbilla yên tirorist, milişiyên regezperist, û destwerdana leşkerî a Iranê li rex rejîmê tînin ziman, û derbestiya xwe bi şerê tirorê bi hemû cureyên xwe, di nav de aliyên ku biryara Encumena Ewlehiyê 2175 tekez dikin.
Her du alî tekeziya xwe li ser mijara ku çareya siyasî li Sûryayê di riya operasyoneke siyasî bi rêvebiriya millêtê Sûrî de ye û di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî li ser bingeha pêkanîna daxuyaniya ji hêla girupa “Kar Bo Sûrî” bi hemû bendên wê ku di roja 30 Pûşberan/ Yonyo 2012 derçûye û li gor biryarên Encumena Ewlehiyê yên têkildar nû dikin, ta ku bigihêjin guhertina rejîma siyasî a niha bi awayekî giştî ji kokê ve, tevlî guhertina serê rejîmê û hemû sembol û bingeh, û alavên xwe yên ewlehiyê.
Her du alî li ser hevpariya niştimanî bo hemû Sûriyan tekez dikin, pêkhateyên civakî, siyasî, di erkê avakirina Sûriya pêşerojê de, û misogirê mafê niştecîbûnê yê wekhev bo hemû Sûriyan bê cudahî, û beşdariya jina Sûrî di hemû maf û erkan de, û misogirê nûnertiya wê di hemû beşên operasyona veguhêz de.
Di dema ku her du alî ji Netewên Yekbûyî, dewletên endam – berdewam di Encumena Ewlehiyê de, dewletên grupa Kar Bo Sûrî, dixwazin ku kar bi ciddî bo berdewamiya gotubêjên Cinêvê bikin, di heman demê de hewldanên xwe bo yekirina nerîna hêzên şoreşê û hevrikiya Sûrî derbarê çareya siyasî li Sûrî, û şêwira bi hemû hêzên siyasî û şoreşger û meydanî, ta bigihên helwesteke giştî û hevbeş, û wê her du alî , di riya beşdariya wekhev û aktîv hemû erkên xwe bikin bo nexşeya rê bidin nasîn, bo parastina Sûrî û nerînên serastkirina siyasî li gel hemû dewlet û hêzên ku di kirîza Sûrî de aktîv, ta nav di wan de bidin bo piştgiriya wê bikin.
Herweha bo karê hevbeş lihev kirin, ta tîma karê gotubêjkirina serastkirina siyasî xwedî zanînên gerek bin, û riwê nûnertiya rastîn bo hêzên şoreşê û hevrikiyê û pêkhatiyên civaka Sûrî bidin xuyakirin.
Her du alî spasiya xwe bo erkên Yekîtiya Ewrupî di misogirkirina rewşên guncaw bo serkeftina vê hevdîtinê tînin ziman, û jê dixwazin ku erkên xwe bo berdewamiya operasyona siyasî li gor lêvegera navdewletî bibin serî.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
Desteya Hemahengiyê Ya Hêzên Guhertina Demoqratîk
24ê Tîrmeha 2015an