Şanda Hevbendiya Niştimanî û şanda Desteya Hevrêziya Niştimanî kongirekî rojnamegerî vê sibehê li Biroksliê, paytexta Belcîkî, lidar xistin, tê de herdu alî gihiştin lihevkirina li ser Nexşeya Rê bo parastina Sûrî, nerînên sereke bo serastkirina siyasî tê de hene, di riya nerîneke hevbeş re rê bide berdewamiya operasyona siyasî bi çavdêriya Netewên Yekbûyî, û li ser guhertina rejîma siyasî bi awayekî giştî ji kokê ve tekez dike, tevlî guhertina serê rejîmê û hemû sembol û bingeh, û alavên wê yên ewlehiyê.
Ev yek piştî gotubêjin ku du rojan , li ser rewşa milletê Sûrî û helmeta ku tê serê wî û rûbirûkirina wê di riya riya erkeke niştimanî hevbeş re ku hemû hêzên şoreşê û hevrikiya Sûrî bicivîne berdewam kirin.
Belge doza cîbicîkirina “ Daxuyaniya Cinêv” (1 Pûşberan/ Yonyo 2015) dike, di destpêkê de pêkanîna “ Desteya Fermandariyê ya Veguhêz” a ku hemû desthilatiyên zagonsazî, dadmendî û cîbicîkirinê, di nav de hemû desthiltiyên serokê komarê li ser wezaret,deste , û saziyên dewletê, mîna artêş û hêzên çekdar, alav û şaxên saloxgir, û ewlehî û polîs.
Di daxuyaniyek rojnamegerî hevbeş de her du aliyan armanckirina rejîmê bi awayekî tirsnak ji sivîlên bêçek re li hemû bajar û bajarokên Sûrî bi bermîlên teqîner û sarûxan şermezar kir, her du pirsiyariya Netewên Yekbûyî û Civaka Sivîl di rawestana kiriyarên qirkirina giştî û tawanên kuştinê ku bi serê milletê me de tê, û stendina pêrabûnên ku parastina tekûz ji sivîlan re misoger dike tekez kirin.
Her du aliyan şermezarkirina xwe ji karên tirorê ku rêxistina Daişê, Hizbilla yê tirorist, milişiyên regezperist, û destwerdana leşkerî a Iranê li rex rejîmê anîn ziman, û derbestiya xwe bi şerê tirorê bi hemû cureyên xwe, di nav de aliyên ku biryara Encumena Ewlehiyê 2175 tekez kirin.
Her du alî tekeziya xwe li ser mijara ku çareya siyasî li Sûryayê di riya operasyoneke siyasî bi rêvebiriya millêtê Sûrî de yeû di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî li ser bingeha pêkanîna daxuyaniya ji hêla girupa “Kar Bo Sûrî” bi hemû bendên wê ku di roja 30 Pûşberan/ Yonyo 2012 derçûye û li gor biryarên Encumena Ewlehiyê yên têkildar nû dikin, ta ku bigihêjin guhertina rejîma siyasî a niha bi awayekî giştî ji kokê ve, tevlî guhertina serê rejîmê û hemû sembol û bingeh, û alavên wê yên ewlehiyê.
Her du alî li ser hevpariya niştimanî bo hemû Sûriyan tekez kirin, pêkhatiyên civakî, siyasî, di erkê avakirina Sûriya pêşerojê de, û misogirê mafê niştecîbûnê yê wekhevî bo hemû Sûriyan bê cudahî, û beşdariya jina Sûrî di hemû maf û erkan de, û misogirê nûnertiya wê di hemû aliyên operasyona veguhêz de.
her du aliyan ji Netewên Yekbûyî, dewletên endam – berdewam di Encumena Ewlehiyê de, dewletên grupa Kar Bo Sûrî, xwestin ku kar bi ciddî bo berdewamiya gotubêjên Cinêvê bikin, hewldanên xwe bo yekirina nerîna hêzên şoreşê û hevrikiya Sûrî derbarê çareya siyasî li Sûrî, û şêwira bi hemû hêzên siyasî û şoreşger û meydanî, ta bigihên helwesteke giştî û hevbeş tekez kirin.
Herweha her du aliyan , di çarçoveya beşdariya wekhev û aktîv tekez kirin ku hemû erkên xwe bikin bo nexşeya rê bidin nasîn, bo parastina Sûrî û nerînên serastkirina siyasî li gel hemû dewlet û hêzên ku di kirîza Sûrî de aktîv, ta nav di wan de bidin bo piştgiriya wê bikin.
Herweha bo karê hevbeş lihev kirin, ta tîma karê gotubêjkirina serastkirina siyasî xwedî zanînên gerek bin, û riwê nûnertiya rastîn bo hêzên şoreşê û hevrikiyê û pêkhatiyên civaka Sûrî bidin xuyakirin.
Her du aliyan spasiya xwe bo erkên Yekîtiya Ewrupî di misogirkirina rewşên guncaw bo serkeftina vê hevdîtinê anîn ziman, û jê xwestin ku erkên xwe bo berdewamiya operasyona siyasî li gor lêvegera navdewletî bibin serî.
Daxuyaniyê diyar kir ku di sala pêncan de li ser hev, milletê me li Sûrî bo azadî û rûmeta xwe, û bidawîkirina desthilatiya zordariyê û avakirina sîstemeke sivîl û dimuqratî ku bingehê wê pirnetewa siyasî, danustendina aştiyane a desthiltiyê, û misogerkirina mafê hemû Sûriyan li ser bingeha niştecîbûna wekhev qurbaniyên mezin datîne.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku ev lihevkirin di bin siya sistbûna Civaka Navdewletî û metirsiyên ceddî li ser hebûna Sûrî û yekîtiya millet û erda wê, ku ew jî ji encamên dijwarkirina kiryarên kuştin, wêrankirin, derbiderbûn, tawanên ceng û qirkirinê, û tawanên dijî mirovahiyê ku rejîm û milişiyên regezperist ku ew anîne, û hêzên tirorê ên sînor derbaskirî, di serî de rêxistina Daiş û Qa`îde pêk tînin, herweha ji ber pirsiyariya niştimanî derheqê millet û welat lidar ket.
Jêder: Hevbendî