Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyariyê ji berdewamya rêjîma Esed û siyaseta wê ya koçberkirina bi darê zorê dide, yaku bi salan e li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne, ji ber ku rêjîma tawankar li gel milîsên mezhebî yên Îranî bi gurkurineke leşkerî ya nû li ser parêzgeha Deraa û nemaze li ser bajarê Tefasê radibe, ev jî bû sedema tevgereke nû ya derbideriyê di nav xelkê de, piştî bombebarankirina bajêr û dorpêçkirina taxên wî bi tank û otombîlên leşkerî.
di dema binpêkirinên dubare yên ku li Deraayê pê ktên, civaka navdewletî rola temaşevanan digire, bêyî ku guh bide jiyana bi hezaran sivîlên ku di bin gefa girtin û binçavkirin û koçberkirinê de dijîn, ev yek jî birînên Sûriyên ku li hemberî hêzên zordariyê û dagirkerî û terorê bi tenê mane kûrtir dike.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji her piştguhkirineke Erebî ji tiştên ku li Sûriyê bi giştî û li başûr bi taybetî pêk tê dide, çimkê dê paşê bobelatên herêmî bîne, ji ber belavbûna milîsên girêdayî Îranê li ser sînorê başûrê Sûriyê, û Hevbendî daxwaza standina helwêsteke Erebî ya yekgirtî dike, daku rê li ber berfirehkirina Îranê bigire, yaku ji ber sepandina desthilatdariya xwe di riya asankarîya rejîma Esed re berjewendîyên xwe derbas dike.
Kontirolkirina bajarên Sûriyê ji hêla rêjîma Esed ve ji bo berfirehkirina xwe ya leşkerî, ji ber ku xelkê hemû parêzgehên Sûriyê hebûna vê rêjîmê û hevalbendên wê red dikin, û ev yek li Deraa û Siwêyda diyar bû, û bi ser de piraniya Sûriyan azara çadiran û zehmetiya awarebûnê ji desthilata vê rejîma tawankar û sepandina pirojeya berfirehkirinê ya Îranê ya kîndar baştir dibînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
10 tebax 2022