Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku berdewamiya bombebarana rijêma Esed û piştgirên wê li ser taxên niştecihan li parêzgeha Idlibê û bikaranîna avêjtokên fosforî yên sotandinê li ser laşên sivîlan, careke din diçespîne ku ev rijêm guh nade yasa û peyman û biryarên navdewletî û mafên mirovan, û bi awayekî eşkere sivkatiyê bi rêxistin û desteyên navdewletî yên di ber cîbicîkirina wan biryaran de berpisyar in dike.
Di dema paşguhkirina civaka navdewletî û rêxistinên wê ji cîbicîkirina erkên xwe yên yasayî û mirovî yê rawestandina tawanên cengê yên ku rijêma Esed pêk tîne re, ev rijêm bikaranîna tawanên hovane bi awayekî rojane dermafê sivîlan didomîne, û ew kiryar dibin sedema ketina şehîd û birîndaran bi awayekî berdewam, û ev dibe ku bibe sedema rûdana pêleke derbideriyê ya nû ya bisedhezarên Sûriyan eger bi awayekî lezgîn serederiyê li gel vê gurkirinê nekin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza şermezarkirina van êrîşên hovane û destnîşankirina kesên ew tawan pêk anîne bi awayekî zelal, ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê dike, û ji civaka navdewletî dixwaze ku hewlên xwe bike ji bo dadpirsîna binpêkerên wan tawanan, û bi hemû rêyên berdest fişarê bike bo cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê yên têkildar û nemaze biryara 2254 (2015) bi rengekî tam û vebir, û Hevbendî cext dike ku pêwîst e dewletên garantor berpisyariya rêkeftinên kêmkirina gurkirinê hilgirin, û tiştê tê xwestin bikin, da ev tawanên ku dermafê sûriyên bêguneh pêk tên rawestin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
08 kanûna paşîn 2024