Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra ji Emîndarê Giştî yê Netewên yekbûyî António Guterres û Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen û dewletên garantorên lihevkirinên kêmkirina şer, xwest ku berpisyariyên xwe hilgirin û tiştê ku tê xwestin bikin, da tawanên ku hêzên rijêmê û hevalbendên wê dermafê sivîlên bêguneh li Sûriyê pêk tînin bên rawestandin.
Ev yek piştî gurkirina leşkerî ya berdewam ji hêla hêzên rijêmê û hevalbendên wê ve dermafê bajarê Idlibê û gundewarê wê hat, û Elbehra tekez kir ku ev dijminkariyên ku hema hema rojane pêk hatine, asta ranebûna wan rêxistinan bi erkê xwe derbarê sivîlan nîşan dide.
Û Elbehra cext kir ku berdewamiya rijêmê û piştgirên wê di armanckirina sivîlan û navendên giştî li bajar û bajarokên Idlibê û gundewarê wê, û bikaranîna bombeyên fosforî û yên goşeyî yên ku li ser asta navdewletî qedexekirî ne, bi awayekî zelal asta nepabendbûna wan bi yasa û peymanên navdewletî nîşan dide, û sivkatiyê bi tevaya deste û rêxistinên navdewletî yên di ber cîbicîkirina wan de berpisyar in dike.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî got ku hêzên rijêmê û hevalbemdên wê operasyonên bombebarankirinê li ser herdû bajarên Idlib û Sermîn berdewam kirin, û deverên jîndariyê û avahiyên giştî û xizmetguzariyê armanca kirin, ku bû sedema şehîdbûna zarokekî û birîndarbûna neh sivîlên dîtir, zarok jî di nav wan de hebûn.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku bombebaran dijî devera bazarê ya nêzîkî dibistana duwnavencî û mizgefta mezin li bajarê Sermîn, her wiha taxên niştecihbûnê û dibistana ku weke navendeke penaberan a ji bo xelkê ku koçber bûne bikar tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî