Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehme, pesnê xweragirî û rijdiya xelkê parêzgeha Siwêdayê da, yên ku di rêya xwepêşandanên xwe yên berdewam re derbirîna daxwazên gelê Sûriyê yên azadiyê û veguhestina siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 dikin.
Û Rehme got: “Em şanazî û piştgiriya xwe ji xelkê me yên Siwêdayê û rûsipî û xwiyayên civaka wan ên ku tevgera aştiyane û şaristanî birêve dibin re tînin ziman, ew tevgera ku derbirîna çanda sûriyan û vîna wan a rasteqîn di aştî û bidestxistina azadiyê de dike”, û daxwiyaniyên Şêx Hilmet Elhicrî û helwestên wî yên cihê serbilindiyê bilind nirxandin.
Û Rehme got ku xelkê Siwêdayê bi vîna rasteqîn û hişyariya siyasî û niştimanî û daxwazên xwe û daxwazên sûriyan yên mafdar bihêz in, û ew berdewamiya şoreşa sûriyan ya ku di sala 2011an de li dijî rijêma Esed dest pê kiriye ne.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî, tekez kir ku rawestana xelkê Siwêda li gel welatiyên parêzgeha Idlibê û bilindkirina pankartên piştgiriya wan, piştî bombebarana li dijî sivîlan ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê ve, hevgirtina sûriyan û yekbûna daxwazên wan û vîna wan a zelal di gihiştina sûriya azad di qonaxa piştî Esed de eşkere û diyar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî