Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro Horan rastî helmeteke qirkirinê ya rêbazkirî tê, di riya miştûmirkirina bombebarana ji aliyê rijêma tawanbar û milîsên Îranî yên terorist ve, piştî ku rijêmê çi rêyên dighêjin danûstandinê asteng kirin, jiber ku mercin dijwar wek danpêdana bi rewatiya serokê rijêma tawanbar sepandin.
Û wek bersiv li ser jiserxweçûna rijêmê û siyaseta wê ya li ser pirensîpa “koçberkirin an qirkirin” daku têkeve xizmeta ejendeya Îranî û wek bersiv li ser rijdiya wê li ser berdewamiya doepêçkirin û bombebaran û bijardeyên teroristî dermafê sivîlan, ciwanên horanê û rayedar û nûnerên xelkê deverê têde rêça xweragiriyê û rûbirûbûna pilanên teroristî yên ku rijêmê û sponserên wê yên Îranî û Rûsî danîne bijartin.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide civaka navdewletî ku dest ji berpisyariyên xwe derbarê parastina sivîlan li Deraa bernede, û haya civaka navdewletî ji pilanên rijêmê û îraniyan hebe, derbarê tiştên pêk tînin, û amadebûna wan bo pêkanîna hîn bêhtir tawanan, daku serê xelkê Horanê biçimînin, tevî hemû destpêşxeriyên ku xelkê deverê pêşkêş kirine û tevî amadebûna wan ji çareyeke aqlane re.
Lehengên Horanê xema welatê xwe û şoreşa xwe hildigrin, û ew îro rastî qirkirin û kuştin û koçberkirinê tên, piştî astengiyeke dirêj li gel dorpêçkirin û tawanan dermafê wan, û îro tekez dikin ku serî li pêş çi alî naçimînin, û ji tevaya hêzên şoreşgerî tê xwestin ku bi hemû rêyên gengaz li kêleka wan rawestin.
Civaka navdewletî di ber pilanên ku rijêm û siponserên wê pêk tînin berpisyar e, û bêdengiya navdewletî tenê weke pişikdariya di tawanê de tête fêmkirin, lewra divê helwesteke navdewletî ya lezgîn û yekser û vebir were standin, di riya nameyên eşkere re û pêwîstiya hilanîna dorpêçkirinê, û rawestandina bombebaranê bi awayekî yekser, û bi rêzdarî li rêkeftinên ku berê li deverê hatine morkirin vegerin.
Em careka dî piştgiriya xelkê me yên li Horanê û bijardeya wan di bergiriya di ber xwe û xakê de û bersivdana tawanbaran nû dikin, û em pesnê pêdariya sivîlan û rijdiya mana wan li ser xak û zeviyên wan didin, û em çi pirojeyeke nû yê ku dixwaze çi weletiyekî Sûrî ji zemîn û mala wî biqewtîne red dikin.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide dewletên deverê ji pêkhatine pirojeyê Îranî yê kirêt li başûrê Sûriyê, û Hevbendî tekez dike ku çi bêdengî derbarê qirkirin û koçberkirina xelkê Deraa, tê wê wateyê ku di hundirê xwe de ew dewlet bi vî pirojeyî re ne û wî dipejrînin, lêbelê ew pişkdariyeke cidî ye di bicîkirin û bihêzkirina milîsên mezhebî yên terrorist li ser xaka Horanê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
30 tebax 2021