Desteya Niştimanî ya Karûbarên Bêserşûn û Girtiyan ya Girêdayî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gel Komeleya Jinên Rizgarbûyî bi boneya Roja Navdewletî ya Qurbaniyên Binçavkirina Kotekî, daxwiyaniyeke hevbeş derxistin, û têde tekez kirin ku binçavkirina kotekî yek ji metirsîntirîn tawanên dijî mirovahiyê ye.
Û di daxwiyaniya hevbeş de hat ku rijêma Esed ji bo ku hikumdariyê li Sûriyê bike, binçavkirina kotekî weke stratîcîyeke sereke bikar tîne, û wê stratîciyê wek amûr li dijî gelê ku daxwaza nehêlana gendelî û stemkariyê derketiye pêk tîne, û wê weke alaveke fişarê li ser tevaya kesên bergiriya mafên mirovan dikin bikar tîne.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku pêwîst e gencîneya Netewên Yekbûyî ya taybet bi qurbaniyên îşkencekirinê giringiyê bide qurbaniyên binçavkirina kotekî û malbatên wan û qurbaniyên îşkencekirinê li Sûriyê, ji ber pirbûna hejmara wan û mezinbûna derdeseriyên wan, û kar li ser pirogramin pispor bo piştgiriya wan bibe.
Û daxwiyaniyê cextî li ser pêwîstiya jihevxistin û guhartina sîstema binçavkirina kotekî û îşkencekirin û kuştinê li Sûriyê kir, di riya cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê û Komeleya Giştî re, û pêkanîna veguhestina siyasî.
Û ji civaka navdewletî daxwaza fişarên cidî li ser rijêma Esed bike, daku tevaya girtîgehên veşirtî û yên eşkere li pêşiya komîteyên lêpirsînê yên navdewletî û şanderên çavdêriya mirovahî û mafnasî dikin veke, ji bo ku girtiyan serbest berdin, û çarenûsa windayan diyar bibe, û termên qurbaniyan radestî xwediyên wan bikin.
Û daxwiyaniya hevbeş daxwaza avakirina hevpeymaneke Navdewletî-Sûrî kir, daku çarenûsa windayan diyar bibe, û girtî werin berdan, û kesên berpirsyar cezayê bibînin, û li sizakirinê binêrin weke awayekî sereke di warê vegerandina mafên qurbaniyan de, û hemû diyardeyên kuştin û binçavkirin û îşkencekirinê bidawî bibin.
Tê zanîn ku saziyên navdewletî û Sûrî yên serbixwe tomar kirin ku ji ber vê tawana mezin û berdewam gelê Sûrî ji hemû gelên dinyayê bêhtir derdeseriyê dikşîne, û bal kişand ser ku tevî hejmara ku hatine belgekirin û gihiştina agahiyên bi wan ve girêdayî, lê hejmara rasteqîn ya binçavkiriyên kotekî li Sûriyê ne diyar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî