Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, û hejmarek ji endamên herdû Desteyên Siyasî û Giştî, li gel nûnerin çalakvaniyên Sûrî yên sivîl li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê civiyan, û rewşa Revenda Sûrî li bajêr û giringtirîn astengî û dijwariyên ku rastî wan tên temaşe kirin.
Û di hevdîtinê de Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, û Endamên Hevbendiyê Riyad Elhesen, Ehmed Remedan, Zekeriya Melahifcî û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Mersînê Fadî Îbrahîm amade bûn.
Û Elmislit li ser karê Hevbendiya Niştimanî li ser asta siyasî navdewletî di riya pêwendiyên li gel tevaya dewletên dost û bira û hevrêziya bi wan re axiv, daku biryarên navdewletî yên girêdayî doza Sûriyê û di pêşî de Daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin, û bighînin çareya siyasî daku hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin.
Û Elmislit şiroveyek li ser xebatên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe ji bo êrîşa tund yaku rijêm dibe ser parêzgeha Deraa û xelkê wê pêşkêş kir, û tekez kir ku rijêma kuştin û tawanê kiryarên xwe naguherîne, lewra karekî duqat ji aliyê civaka navdewletî ve tê xwestin, bo sivîlan biparêzin û tawanên Esed dermafê wan sivîlan rawestînin.
Û Elmislit cextî li ser giringiya berdewamiya hevdîtinên weha û baweriya bi karê hevbeş kir, daku karibin alîkariyê bo Sûriyên li Mêrsînê pêşkêş bikin, û di vê rewşa dijwar yaku têre derbas dibin de pêdviyên wan dabîn bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî