Şandek ji Ofîsa Şêwerdariyên Stratîcîk û Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdana herdû bajarên Entakiya û Mêrsînê kir, û hevdîtin li gel hejmarek ji çalakvanên sivîl ên civakî yên Sûrî li wir lidar xistin, û şandê li rewş û pêdviyên wan temaşe kir, û behsa dawîtirîn pêşketinên meydanî û siyasî kir.
Û Şandê Hevbendiyê ji Hevrêzkarê Ofîsa Şêwerdariyên Stratîcîk Ehmed Remedan, û Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan Riyad Elhesen, û Endamê Hevbendiya Niştimanî Zekeriya Melahifcî pêk dihat.
Û Şandê Hevbendiyê li Entakiya bi Encumana Xelkê Bajarê Helebê û hejmartek ji xelkê Helb, Hema, Laziqiyê û Idlibê re li Mala Sûrî civiya, û hejmarek ji diyalogan derbarê karên Hevbendiya Niştimanî û rola wê di gihandina dengê sûriyan bo cîhanê û rola wê di pirosesa siyasî û danûstandinê de pêk hatin, û behsa pêşketinên leşkerî û meydanî kirin, nemaze rewşa Deraa.
Û Şandê Hevbendiyê şiroveyek berfireh derbarê pêşeroja rewşa siyasî ya giştî û rewşa Sûrî pêşkêş kir, û hejmarek ji kaxezên siyasî yên ku Hevbendiya Niştimanî li ser dixebite derbarê hilanîna rewatiyê ji ser rijêma Esed, her weha doseya alîkariyên mirovahî û komîteya destûrî berçav kirin.
Û Şandê Hevbendiyê şiroveyek li ser rewşa sûriyan li Tirkiyê û kêşeyên siyasî yên derbarê penaberan pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina encumen û girêdanên civakî û hişyariya sûriyan kir, daku guncawî rewşa wan ya yasayî be, her weha li gor maf û erkên ku ji wan têne xwestn be.
Û beşdar li ser hejmarek ji pirsgirêkên ku rastî sûriyan li Tirkiyê tên axivîn, wek sepandina bacên zanîngehan li ser xwendekarên Sûrî û pirsgirêkên ku rastî wan tên di warê derxistina belgeyan û pesendkirina wan de, her weha tekeziya li ser pêdviya ku saziyên xizmetkariyê bo sûriyan werin kartêkerkirin.
Û Şandê civînek dîtir li gel hejmarek ji çalakvanên mafnasî û rojnemevanî bi amadebûna Endama Ofîsa Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî Rewa Esfûr lidar xist, û bersivên pirsên wan derbarê nerîna Hevbendiya Niştimanî di qonaxa dahatî de ji aliyê Endamên Şandê ve hate dayîn, û civatê hejmarek ji doseyên siyasî û dozên penaberên Sûrî û xurtkirina jinê gengeşe kirin.
Û li bajarê Mêrsînê Şandê Hevbendiyê hevdîtinek li gel hejmarek ji çalakvanên sivîl ên Sûrî di Nûnergrha Hevbendiya Niştimanî li bajêr lidar xit, û têde Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Nûnerê Hevbendiyê li Mersînê Fadî Îbrahîm û Nûnerê Hevbendiyê li Entakiya Ednan Elşixrî amade bûn.
Û Şandê careka dî tekezî li ser giringiya berdewamiya diyalogê li gel tevaya beşên şoreşgerî û siyasî û civakî yên Sûrî û şêwirdarî û hevkarî li gel wan kir, daku çareyê ji pirsgirêkên sûriyan re bibînin, çi li deverên rizgarkirî be, an li welatên penaberiyê be, her weha danasîna sûriyan bi karê Hevbendiya Niştimanî û rola wê û pêşketinên rewşê li Sûriyê di warê siyasî û meydanî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî