Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Êrîşên rijêmê û hevalbendên wê li ser Idlibê û deverên kêmkirina şer tewanên cengê yên rêbazkirî ne, û bombebarana asîmanî û mûşekî yên berdewam û hewildanên derbasbûna deverên rizgarkirî li pey hev û tevgera balefirên agahîxwaz helmeteke rêxistinkirî ye, ji bo ku rewşa kuştin û koçberkirinê dubare bibe, û komkujiyan li ser ketwarê meydanî ji nû de bisepîne.
Û hêzên rijêma Esed û Rûsiya bajarokê Erîha yê gundewarê Idlibê bombebaran kirin, ew jî bû sedema şehîdbûna mêrekî û jina wî, piştî ku bêhtir ji 10 mûşekan bi ser deverên sivîlan de hatin xwar, û di nav cihên armanckirî de hejmarek ji xaniyan û dibistanek hebûn.
Bêdengiya navdewletî derbarê vê gurkirinê nameyên şaş dighîne rijêm û hevalbendên wê, û wan handide ser bêhtir pêkanîna tewanan û şopandina binpêkirinan dermafê rêkeftin û lihevhatinan, û ew tişt dê deverê têxe gereke nû ji gurkirin û koçberkirinê.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza standina helwesteke vebir û şermezarkirina tewanan ji civaka navdewletî dike, ji ber ku tewan û binpêkirinên bi awayekî cidî gefê didin ser rewşa xakê û asoyên gurkirinê yên nediyar vedike.
Berdêl ji liveke navdewletî ya çalak re nîne, daku ji nû de rêkeftina agirbestê bisepîne, û çareya siyasî li pêşiya her tiştî be, li gorî xiştekareke demnîşankirî ya li gorî biryanên Encûmena Ewlekariyê be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
15 kanûna paşîn 2021