Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku êrîşên rijêmê û hevalbendên wê li ser Idlibê û deverên kêmkirina şer tewanên cengê yên rêbazkirî ne, û armanc jê ku rewşa kuştin û koçberkirinê dubare bike, û komkujiyan li ser ketwarê meydanî ji nû de bisepîne.
Û hêzên rijêma Esed û Rûsiya bajarokê Erîha yê gundewarê Idlibê bombebaran kirin, ew jî bû sedema şehîdbûna mêrekî û jina wî, piştî ku bêhtir ji 10 mûşekan bi ser deverên sivîlan de hatin xwar, û di nav cihên armanckirî de hejmarek ji xaniyan û dibistanek hebûn.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnemevanî de tekez kir, ku bêdengiya navdewletî li ser vê gurkirinê nameyên şaş dighîne rijêmê û hevalbendên wê, û wan han dide ser pêkanîna tewananên bêhtir û şopandina binpêkirinan dermafê rêkeftin û lihevhatinan, û ew tişt ê deverê têxe gereke nû ji gurkirin û koçberkirinê.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza standina helwesteke vebir û şermezarkirina tewanan ji civaka navdewletî dike, ji ber ku tewan û binpêkirinên bi awayekî cidî gefê didin ser rewşa xakê û asoyên gurkirinê yên nediyar vedike, û got ku berdêl ji liveke navdewletî ya çalak re nîne, daku ji nû de rêkeftina agirbestê bisepîne, û çareya siyasî li pêşiya her tiştî be, li gorî xiştekareke demnîşankirî ya li gorî biryanên Encûmena Ewlekariyê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.