Komîteya Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hevdîtinek li gel saziya mil li mil ya Xwedanên Hewcedariyên Taybet li dar xist, û herdû aliyan behsa mîkanîzmên hevrêzî û hevkarî û hevpişkiyê kirin.
Û di hevdîtinê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hevrêzkarê Komîteya Saziyên Civaka Sivîl D. Zuhêr Mihemed û Endama Hevbendiya Niştimanî, Xanim Kîfah Murad amade bûn, û ji aliyê saziya Mil li Mil Serokê Komeleyê Fîras Fewal Amade bû.
Û herdû aliyan çawaniya tomarkirina saziyan li deverên rizgarkirî û hevrêziya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî gengeşe kirin, û civîngeran cextî li ser giringiya van hevdîtinên ku dikevin xizmeta penaberên Sûrî li Tirkiyê û li deverên rizgarkirî kir.
Û di hevdîtineke wek wê de, Endama Hevbendiya Niştimanî, Kîfah Murad, hevdîtin bi hejmarek ji saziyên civaka sivîl re li dar xistin, jê: Menbera Komelayan û Saziya Elnor û Saziya Rusul ya Xwedanên Hewcedariyên Taybet, û di hevdîtinan de behsa rêya hevkarî û hevpişkî û hevrêziyê li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û çawaniya tomarkirina saziyan li deverên rizgarkirî kirin.
Tê zanîn ku Komîteya Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî kar li ser çespandina têkliyên saziyên civaka sivîl yên sûrî dike, her weha pêwîstiya pêwendiya li gel saziyên dîtir û dîtina mîkanîzmekê bo pêwendiya di navbera wan saziyan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî