Berpirsê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li Enqerê, Ehmed Bekora, hevdîtinek bi Serokê Beşê Xwendekarên Biyanî di Saziya YTB Birêz Ehmed Etbaş re li dar xist, û pêre mîkanîzmên hilbijartina xwendekarên sûrî û pêşkêşkirina rêxweşkirinê bo wan di bexşanên bo xwendekarên biyanî yên ji aliyê saziya SPARK ve pêşkêş bûne gengeşe kirin.
Û herdû aliyan li ser dabînkirina rêxweşkirinên taybet bo xwendekarên sûrî li dewletên penaberiyê ji bo bidestxistina bexşanên xwendinê yên tirkî nemaze xwendekarên serkeftî û zarokên pakrewanan û birîndarên şoreşê û nişteciyên kampan û kesên jar û perîşan û jinên ji girtîgehên rijêmê rizgar bûne li hev kirin, û divê li gorî bend û mercên akadîmiya Tirkî be.
Û herdû aliyan behsa pêwîstiya handana xwendekarên sûrî ku derbasî şaxên zanistên mirovahî bibin kirin, û gengaziya hevkariyê di pêşxistina şiyanên xwendekarên sûrî di riya korsên pisporî re, û herdû aliyan li ser pêwîstiya lidarxistina korsên pisporî yên hevbeş daku şiyanên xwendekarên sûrî pêşde bibin û rêyên pêwendiyê di navbera herdû aliyan de çak bikin bo pêşxistina xizmetkariyê bo xwendekarên sûrî yên têne pêşkêş kirin li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.