Ofîsa Jinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopek li ser karê jinê piştî veguhestina siyasî di her sê desthilatên zagonnsaz û cîbicîkar û dadwerî de bi amadebûna bêhtirê dezgeh û sazî û partiyên têkildar bi mijara jinê li deverên rizgarkirî lidar xist.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî û Hevrêzkarê Ofîsa Jinê, Ruba Hebûş, serpereştiya workşopê kir, û Endamê Hevbendiyê Necîb Rehmon di amadekirina workşopê de beşdar bû, û hejmarek ji kesayetên giştî û siyasî û akadîmî amade bûn.
Û workşopê behsa rêyên xurtkirina jinê di warê siyasî de li gel bernberiya rola jinê di desthilatên zagonnsazî û cîbicîkar û dadwerî de berî şoreşêa sûrî û dema şoreşê de û ku divê piştî veguhestina siyasî pêk were çawa be kir, û astengîyên rastî çalakî û mîkanîzmên divê bikar werin bo hilanîna wan astengiyan berçav kirin.
Û beşdaran bal kişandin ser ku şiyanên siyasî û rayedarî û pîşeyî li ba jinê piştî birêketina şoreşa Sûriyê derketin holê, ji ber ku rijêm daku wêneyê xwe yê pîs li pêşiya civaka navdewletî çak bike ew bikar dihanîn, û ti rola jinê ya rasteqîn tune bû, ji ber ku rola rasteqîn ya amûrên serkutkirinê yê şaxên ewlehî bû.
Û di dawiya workşopê de beşdaran tekezî li ser rêxweşkirina rê li pêşiya jinê û şiyanên wê yên siyasî û civakî û pîşeyî kirin, daku di riya wê re bi awayekî mezin rola jinê xurt bibe, û mafên jinê yên destûrî û di yasayan de û nûnertiya wê ya siyasî di sûriya pêşeroj de misoger bibe.
Û beşdaran li ser lidarxistina xolên cûrbecûr bo jinê li deverên rizgarkirî û handana li ser avakirina desteyên siyasî pispor taybet bi jinê û berdewamiya karê hevbeş di navbera ofîsa jinê û rêxistin û saziyên têkildar de li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.