Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî li Gel Nûnera Îrlendî li bal Encûmena Ewlekariyê Dicive

January 16, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Hevbendiya Niştimanî li Gel Nûnera Îrlendî li bal Encûmena Ewlekariyê Dicive

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûr ve li gel Nûnera Îrlendî li bal Encûmena Ewlekariyê Balyoz Geraldine Barren Nasson lidar xist, û pêre behsa rewşa meydanî û pêşhatên pirosesa siyasî û pêşketinên Komîteya Destûrî ya Sûrî û helwestên Hevbendiya Niştimanî û karê wê di vê derbarê de kirin.

Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî, Ebdulehed Istêfo, û Nûnera Hevbendiyê di Netewên Yekbûyî de Meryem Çelebî û Nûnerê Hevbendiyê li Emrîka Quteybe Idlibî û Nûnera Hevbendiya Niştimanî li Birêtaniya Behiye Mardînî amade bûn.

Û Elherîrî rewşa cûrbecûr deverên Sûrî yên ku her diçe li ser asta debara jiyanê û aboriyê xirab dibe berçav kir, ji ber ku rijêm û piştgirên wê pabendiyê bi cîbicîkirina rêkeftinan nakin, û astengiyê dixin rêya çareya siyasî li ser bingeha daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.

Û Serokê Hevbendiyê li ser rewşa tenduristî li deverên rizgarkirî û karê ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî pê radibe bo rûbirûbûna vîrosa korona axivî, û tekezî li ser giringiya bidestxistina vaksîn û dabînkirina wî bo nişteciyan kir, daku sînorekî li pêşiya belavûna nexweşiyê deynin û nehêlin ku vîros bighêje kampan.

Û Elherîrî bal kişand ser êrîş û binpêkirinên dermafê rêkeftina agirbestê ji aliyê hêzên rijêmê û piştgirên wê ve li bakurê sûriyê, û got ku ew kiryar tekez dikin ku rijêm pêgiriyê rêbaza leşkerî ye, û dixwaze xwe ji ber pêşveçûnên siyasî bide alî.

Û cextî li ser giringiya karê ji bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî kir, û tekez kir ku ev dosya di ser danûstandinê re ye, û çênabe ku rijêm wê wek kaxeza fişarên siyasî bikar bîne.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser amadekariyên Nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Komîteya Destûrî de bo gera dahatî û amadekariyên ku Girûpa Karê Destûrî pê rabûye derbarê danîna nerîna xwe bo destûrê pêşeroja sûriyê axivî, û got ku ew wek zemîna danûstandinê ye ji bo ku bighînin destûrekî nû di pirosesa siyasî de yaku netewên yekbûyî serpereştiya wê dike, daku Daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekarî 2254 cîbicî bibin.

Û Elherîrî eşkere kir ku Rûsiya hewilên lîstikên xwe dike, daku ji ber biryarên navdewletî bireve, û got ku Komîteya Destûrî ya Sûrî tenê ne bese bo gihîştina çareya siyasî li welêt, û careka dî daxwaza kartêkerkirina xebatên di sepetên dîtir de li rex karê komîteyê kir.

Û Nûnerê Hevbendiyê li Waşinton li ser rewşa kampa Elrikban axivî, û got ku divê çareyeke herdemî bo kampa ku alîkariyên mirovahî û hawarçûnê û bizîşkî ji encama dorpêçkirina wê ji aliyê rijêmê ve naghênê peyda bibe.

Û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve, Ebdulehed Istêfo, şiroveyek li ser rewşa mirovahî piştî ku Rûsiya li ser hebûna çar dergehên sînorî bo derbaskirina alîkariyên mirovahî li Sûriyê razî nebû û tenê du dergeh pejirandin pêşkêş kir, û tekezî li ser dirêjkirina dema biryara kevin ku bibe salek bi temamî ne şeş heyv bin kir, her weha ku divê tevaya dergehên sînorî li pêşiya karwanên mirovahî vebin, an zêdekirina qebareya alîkariyan daku têra tevaya pêdvî û xwestekên sûriyan bike.

Û Nûnera Hevbendiyê di Netewên Yekbûyî de Meryem Çelebî, li ser guhdana Hevbendiyê bi jinê û zêdekirina nûnertiya wê di Desteya Giştî û saziyên pêve girêdayî de, her weha karê li ser beşdariya wê di xebatên siyasî de axivî.

Ji aliyê xwe ve Nûnera Îrlendî tekezî li ser giringiya gihîştina çareya siyasî li sûriyê di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî sûriyê kir, û bal kişand ser ku welatê wê dê li gel Rêvebiriya Emrîkî ya nû fişaran li ser rijêmê bike, daku pabendiyê bi cîbicîkirina wan biryaran bike.

Û Nûnerê bal kişand ser ku welatê wê ji bo çalakkirina mîkanîzma sizadanên navdewletî derbarê kesên tewanên cengê li sûriyê pêk anîne dixebite, daku tewanbar ji sizayan rizgar nebin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Komîteya Cezîrê û Ferat Radighîne ku Ew Gihîşte Avakirina Ofîsa Siyasî li Parêzgeha Reqayê

Komîteya Cezîrê û Ferat Radighîne ku Ew Gihîşte Avakirina Ofîsa Siyasî li Parêzgeha Reqayê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.