Komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane lidar xist, û pêşdeçûna rewşê li deverên rojhilatê ferat gengeşe kir, û encamên xebatên komîteyê yên girêdayî avakirina ofîsên siyasî yên nûnertiya hersî parêzgehên Dêra Zorê, Reqa û Hisecê berçav kirin.
Û di civînê de Cîgirê Serokê Hevrêzkarê Komîteteyê Uqab Yehya û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ehmed Tuimê û Mihemed Welî û Mihemed Elî Îsa û Ebdellah Elferec, amade bûn.
Û Cîgirê Serok Uqab Yehya eşkere kir ku girûpa parêzgeha Reqayê 15 kasayetî ji bo avakirina ofîsa siyasî ya taybet bi parêzgehê ji nav 260 kesî de hilbijartin, û got ku Endamên Ofîsa Siyasî dê yekemîn civata xwe di dema dahatî de li dar bixin.
Û Yehya bal kişand ser ku xebatên bilez hene bo bijartina kesan bo desteyên siyasî yên Herdû parêzgehên Dêra Zorê û Hiseçê, û diyar kir ku avakirina van ofîsan dê giringiya xwe ya mezin di nûnertî û çareserkirina dozên devera rojhilat de hebe.
Û Ehmed Tuimê bal kişand ser ku girûpa parêzgeha Dêra Zorê berê xwe da avakirina “peymana niştimanî bo parêzgeha Dêra Zorê”, û eşkere kir ku komîteyê kesayetên sivîl û siyasî li parêzgehê vexwendin daku dengê xwe bidin, da dûvre kar bikin li ser avakirina ofîsa siyasî bo nûnertiya parêzgehê bike.
Û Endamên Komîteyê di civînê de tekezî li ser pêwîstiya temamkirina vê pirojê kirin, ji bo desteyên rasteqîn ên nûnertiya daxwazên xelkê hersê parêzgehan dikin bibînin, û dengê wan bighênin civaka navdewletî û derdeseriyên ji encama tewanên milîsên PYD dermafê wan dibin diyar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî