Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro duşemê, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Cîgirê Serok Uqab Yehya li dar xist, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û Endamên Desteya Siyasî li Gel Ofîsa Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî behsa derxistina peymana maf û azadiyan kirin, û Cîgirê Serok Diktor Ebdulhekîm Beşar li ser desttêwerdanên Îranî li Sûriyê û bandorên wê yên neyînî ne tenê li ser asta siyasî û lişkerî ye lê li ser asta civakî ye jî axivî.
Û Endamên Hevbendiya Niştimanî Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan Ednan Rehmon, rapora ofîsê li ser rewşa kampan di werzê zivistanê de û pêdviyên derbider û koçberan û rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û rewşa dijwar yaku têde dijîn pêşkêş kir.
Û Desteya Siyasî raporên karê Rêvebirî û Komîte û Ofîsan wek rapora Ofîsa Sendîkeyan û rapora Komîteya Cezîre û Ferat û rapora Komîteya Diyaloga Niştimanî gengeşe kirin, û Desteyê behsa amadekariyên gera pêncemîn ya Komîteya Destûrî yaku dê di 25 vê heyvê de lidar bikeve kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî