Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke pîrozbahiyê bo Wezîrê Veguhastinê yê Kenedî yê nû yê ku binyata xwe de Sûrî ye Umer Elgebra kir, û têde tekez kir ku Sûrî li her derên gihîştinê cihê şanaziyê ne, û hêjayê jiyaneke baştir ji ya di bin desthilata rijêmê de dijîn in.
Û Elherîrî di nameya xwe de got ku em pir şanaz in, ji ber ku tu kenedîyekî bi binyada xwe sûrî ye û gihîştiye vî cihê bilind li Keneda, û got ku gelê sûrî jêhatî û zîrek û xweragir e û serkeftinên berçav li her deverên ku gihîştiyê pêşkêş dike.
Û Elherîrî tekezî li ser baweriya tam bi Wezîr Elgebra di piştgiriya doza gelê sûrî de heye, û bal kişand ser giringiya sitandina pêngavên cidî bo pêkanîna veguhestina siyasî ya rasteqîn li gorî daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 û biryara civata giştî hejmar 262/67 ya taybet bi çareya siyasî ya berfireh daku hêviyên gelê sûrî pêk bîne, û pêre alîkar be daku rewşa dijwar derbas bike, û dewletekê li ser bingeha azadî û dadwerî û hukmê hişmend ava bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî