Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Em li hember helmeteke teroristî ya bi teqînan in li bajar û bajarok û gundên gundewarê bakurê helebê, em berê xwe didin tevaya hêzên şoreşê û sazîyên wê û artêşa wê li ser xakê ku guhdar bin û asta hevrêziyê bilind bikin.
Helmeta tewanbar jin û zarokên sivîl dikuje û taxên nişteciyan wêran dike, lê armanca wê ji vê helmetê belavkirina bêserûberiyê ye, da nehêle aramî peyda bibe, û xelkê deverê koçber bike û nehêle sivîl vegerin deverên xwe, û ew di riya tirsandina meydanî re jikarêxistina ku rijêm di doseya çareseriyê de pê radibe temam dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku rijêm û hevalbendên wê ji Milîsên Îranî û alavên wê yên terrorist tevî Milîsên PYD li paş van tewanên hovane radiwestin, lê ev tewan bê lêpirsîn derbas nabin.
Stratîciya rijêmê ew e ku dixwaze rêkeftinan li paş xwe bihêle û bighêje cîbicîkirina êrîşên xwe yên bi temamî bi amûrên teroristî ne, li kêlek bombebaran û hewildanên pêşdeçûn û binpêkirinên cûrbecûr yên ku dermafê gelê sûrî pêk tîne.
Berdewamiya teqînan û ketina perçeyên laşên pakrewanan ji jin û zarok û ciwanan li taxên nişteciyan yên têne armanckirin, û bi ser de ketina bi dehên birîndaran û wêrankirina mezin gefa bobelatekê û teqîneke nû ji rewşê re diyar dike.
Careke din em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku derbarê van pêşhatan berpsyariyê hilgire, û hevkariyeke navdewletî ya rasteqîn pêk bîne bo rûbirûbûna terora ku gelê sûrî bi teqîn û erebeyên mayînkirî û balefiran armanc dike.
Saziyên pispor di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û Artêşa Niştimanî ya Sûrî lêkolînên derbarê teqînan dişopînin, û li ser lidûvçûna rêxistinên teroristî dixebitin, û em di vî warî de çaverê ne ku bêhtir piştgiriya navdewletî hebe.
Rijêm û rêxistinên teroristî bi hev re dixebitin, ji ber ku dixwazin zimanê terorê wek berdêl li ser gelê sûrî bisepînin, piştî ku rijêmê çareya siyasî jikar êxist, lewra berpisyariya li ser milê civaka navdewletî dutaq e.
Dilovanî li giyanê pakrewanan û sersaxî ji xewdiyên wan re û çareseriya zû ji birîndaran re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
31 kanûna paşîn 2021