Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku gelê Sûrî li bajar û bajarok û gundên gundewarê bakurê helebê rastî helmeteke teroristî ya bi teqînan tê, û hevbendî berê xwe dide tevaya hêzên şoreşê û sazîyên wê û artêşa wê li ser xakê ku guhdar bin û asta hevrêziyê bilind bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku Helmeta tewanbar jin û zarokên sivîl dikuje û taxên nişteciyan wêran dike, lê armanca wê ji vê helmetê belavkirina bêserûberiyê ye, da nehêle aramî peyda bibe, û xelkê deverê koçber bike û nehêle sivîl vegerin deverên xwe, û ew di riya tirsandina meydanî re jikarêxistina ku rijêm di doseya çareseriyê de pê radibe temam dike.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rijêm û hevalbendên wê ji Milîsên Îranî û alavên wê yên terrorist tevî Milîsên PYD li paş van tewanên hovane radiwestin, lê ev tewan bê lêpirsîn derbas nabin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku Stratîciya rijêmê ew e ku dixwaze rêkeftinan li paş xwe bihêle û bighêje cîbicîkirina êrîşên xwe yên bi temamî bi amûrên teroristî ne, li kêlek bombebaran û hewildanên pêşdeçûn û binpêkirinên cûrbecûr ên ku dermafê gelê sûrî pêk tîne.
Û got ku berdewamiya teqînan û ketina perçeyên laşên pakrewanan ji jin û zarok û ciwanan li taxên nişteciyan yên têne armanckirin, û bi ser de ketina bi dehên birîndaran û wêrankirina mezin gefa bobelatekê û teqîneke nû ji rewşê re diyar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî Careke din daxwaz ji civaka navdewletî kir ku derbarê van pêşhatan berpsyariyê hilgire, û hevkariyeke navdewletî ya rasteqîn pêk bîne bo rûbirûbûna terora ku gelê sûrî bi teqîn û erebeyên mayînkirî û balefiran armanc dike.
Û bal kişand ser ku saziyên pispor di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û Artêşa Niştimanî ya Sûrî lêkolînên derbarê teqînan dişopînin, û li ser lidûvçûna rêxistinên teroristî dixebitin, û em di vî warî de çaverê ne ku bêhtir piştgiriya navdewletî hebe.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku rijêm û rêxistinên teroristî bi hev re dixebitin, ji ber ku dixwazin zimanê terorê wek berdêl li ser gelê sûrî bisepînin, piştî ku rijêmê çareya siyasî jikar êxist, lewra berpisyariya li ser milê civaka navdewletî dutaq e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî