Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, komcivîneke diyalogî di bin navê “Yasaya Qeyser û Dawîtirîn Pêşhatan” lidar xist, û têde Hevrêzkarê Tîma Karê Yasaya Qeyser Ebdulmejîd Berekat û Serokê Sendîkaya Parêzerên Azad Yasîn Hilal, beşdar bûn.
Û di komcivînê de Cîgira Serok û Hevrêzkara Ofîsa Ciwanan Ruba Hebûş û hejmarek ji tîm û destpêşxerî û ofîsên xwendekaran li deverên rizgarkirî û kesayetên giştî û siyasî amade bûn.
Û Ebdulmejîd Berekat kurteagahiyek li ser Yasaya Qeyser û sedema destnîşankirina wê û yasayên pêve girêdayî pêşkêş kir, û tekez kir ku biryar kesayetên siyasî û ewlehî yên girêdayî bi çaksaziya biryarê li bal rijêma Esed armanc dike, lê di heman demê de keresteyên xewrdeminî û bizîşkî yên girêdayî sivîlan derveyî sizayên Qeyser in.
Û Berekat şiroveyek li ser karê Tîma Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî û pêwendiyên wê li gel dewletên ku siza li ser rijêmê sepandine bo çêkirina yasayên mîna Yasaya Qeyser li ser rijêmê pêşkêş kir.
Û parêzer Yasîn Hilal bandorên yasayê li ser rijêmê ya ku piştî nakokiyên aborî di hundir rijêmê û malbata Esed de xuya kirine, û tiştê ku rijêm bi serê bazirganên sûrî dike bi kişandina pereyên wan û rûxandina aborî ronî kir, û got ku wê hişt ku rijêm beşekî nû ji kaxesên diravî çap bike, û zordariya li ser gelê sûrî bidomîne, bi bihaneya Yasaya Qeyser, yaku tenê rijêmê û piştgirên wê armanc dike.
Û amadebûyan pirs û axaftinên xwe li ser çarenûsa yasayê di dema rêvebiriya Emrîkî ya nû de û rola yasayê di nehêlana rijêmê ku ji nû de biser bikeve û bandorên bedrest li ser hevalbendên rijêmê li gel Rûsiya û Îranî pêşkêş kirin.
Û Cîgira Serokê Hevbendiyê û Berpisyara Ofîsa Ciwanan Ruba Hebûş, komcivîn bi sipasiya amadebûyan bidawî kir, û bal kişand ser ku berdewamiya van komcivîn û çalakiyan dihêlin ku pêşhatên siyasî û meydanî ji gelê sûrî re bên naskirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî