Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî spasiya Qeter, Tirkiye, Emerîka, Birîtanya û Yekîtiya Ewropî û bi taybetî Fransa û Almaniya dike, li ser danûstandina wan a erênî û tekezkirina wan li ser dosya dadpirsînê li Sûriyê, piştî ragihandina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî, ya ku rijêma Esed di ber armanckirina bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê bi gaza Klorê di sala 2018an de berpisyar dîtiye, ew êrîşa ku di encamê de bidehên sivîlan hatin kuştin û xeniqandin.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser wê yekê dike ku pêwîst e ev helwest hevdem be li gel rêşûnên bicîanîna dadweriyê ji gelê Sûriyê re yê ku rastî bihezarên tawanan bi çekên rijêma Esed û hevalbendên wê (Rûsiya û Îran) hatiye, û cextî li ser giringiya cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê 2118 û sepandina tedbîran li dijî rijêma Esed li gor beşê 7emîn ji ber dubarekirina bikaranîna çekên kîmawî li dijî gelê Sûriyê kir.
Piştî ku Rijêma Esed metirsî bû ji Sûriyan re bi rêya bombebarankirin, tepeserkirin û tawanên xwe, niha bûye jêdera metirsiyê ji tevaya cîhanê re di rêya hinartina keresteyên hişbir û milîsan re, û beşdariya wê ya bi Rusya re di dagîrkirina Okrayna de, di rêya pisporên teqemeniyan re, daku tawanên nû dermafê gelê Okrayna pêk bînin, ji ber vê yekê sizakirina rijêma Esed û rizgarbûna jê, dê beşdariyê di dabînkirina aştî û ewlehiya navdewletî û pêkanîna aramiya cîhanê de bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
29 çilê paşîn 2023