Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî spasiya Qeter, Tirkiye, Emerîka, Birîtanya û Yekîtiya Ewropî û bi taybetî Fransa û Almaniya kir, li ser danûstandina wan a erênî bi dosya Sûriyê re û tekezkirina wan li ser dadpirsnê, piştî ragihandina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî, ya ku rijêma Esed di ber armanckirina bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê bi gaza Klorê di sala 2018an de berpisyar dîtiye, ew êrîşa ku di encamê de bidehên sivîlan hatin kuştin û xeniqandin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e ev helwest hevdem be li gel rêşûnên bicîanîna dadweriyê ji gelê Sûriyê re yê ku rastî bihezarên tawanan bi çekên rijêma Esed û hevalbendên wê (Rûsiya û Îran) hatiye.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî cextî li ser giringiya cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê 2118 û sepandina tedbîran li dijî rijêma Esed li gor beşê 7emîn ji ber dubarekirina bikaranîna çekên kîmawî li dijî gelê Sûriyê kir.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku piştî ku rijêma Esed metirsî bû ji Sûriyan re bi rêya bombebarankirin, tepeserkirin û tawanên xwe, niha bûye jêdera metirsiyê ji tevaya cîhanê re di rêya hinartina keresteyên hişbir û milîsan re, û beşdariya wê ya bi Rusya re di dagîrkirina Okrayna de, bi şandina pisporên teqemeniyan, daku tawanên nû dermafê gelê Okrayna pêk bînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniya xwe de dît ku sizakirina rijêma Esed û rizgarbûna jê, dê beşdariyê di dabînkirina aştî û ewlehiya navdewletî û pêkanîna aramiya cîhanê de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî