Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Yehya Mektebî, tekez kir ku Hevbendî xweşhaliya xwe bi rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya ku bi belgeyan berpirsiyariya rijêma Esed di ber êrîşa bi gaza klorê de sala 2018 dijî bajarê Dûmayê piştrast dike anî ziman, û amaje bi wê yekê kir ku ev mijar ne nû ye, ji ber ku bi dehên raporên navdewletî çesipandine ku ev rijêma kujer di ber bikaranîna çekên kîmawî de li dijî gelê Sûriyê li curbecur parêzgehên Sûriyê berpisyar e.
Û Mektebî di daxwiyaniyên taybet de ji ajansa SNA re got ku rapora dawî di seqayeke siyasî ya guncav de hat, ji ber ku dê bihêle hindek dewlet vegerandinekê ji helwestên xwe yên derbarê dubarekirina pêwendiyan li gel rijêma Esed çêbikin, û ev rapor û yasayên berê (Qanûna Captagon û yasaya Qeyser) dê destan li dora stûyê rijêma Esed teng bikin, û nahêlin ku ji sizayan rizgar bibe.
Û Mektebî du peyam araste kirin, a yekemîn ew e: Hatiye çespandin ku rijêma Esed û her têkiliya pê re dê tenê xirabî, qeyran û keresteyên hişbir bi xwe re bîne, û got ku em di wê baweriyê de ne ku ev rapor û yasayên berî wê dihêlin ku dewlet vegerandinekê ji pêngavên xwe yên derbarê têkliyên bi rijêma Esed re çêbikin.
Û di peyama duyemîn de, Mektebî tekez kir ku ti rê ji vejandina rijêma Esed re tune ye, û pêwîst e fişareke navdewletî ji bo pêşdebirina piroseya siyasî û pêkanîna veguhestina siyasî hebe, û ev e yaku rawestandina tawanên rijêma Esed li deverê garantî bike, û bal kişand ser wê yekê ku tawanên rijêmê ne tenê dermafê Sûriyê û gelê wê ne, lêbelê ziyana rijêmê dighêje dewletên derdorê û dewletên Ewropa jî, di riya gihandina keresteyên hişbir re.
Û Mektebî anî ziman ku Komîteya Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî, li gel gelek rêxistinên mafnasî yên serbixwe bi gelek çalakiyan radibe, ji bo belgekirirna tawanên rijêma Esed û pêşkêşkirina wan wek belgeyên zêdetir di civînên di vî warî de û di danûstandinên bi dewletan re, û bal kişand ser ku çespandina bikaranîna rijêmê ji keresteyên kîmawî re dê helwesta Hevbendiyê xurt bike û belgeyên wê piştrastir bike.
Û Mektebî spasiya xwe bo Revendên Sûriyê bi giştî û nemaze Revenda Sûrî li Amerîka anî ziman, li ser xebatên wan ên berdewam ji bo doza gelê Sûriyê û tengkirina destan li dora stiwê rijêma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî