Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimaniya ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, diyar kir ku raporta qedexekirina çekên kîmawî tiştê tekezkirî piştrast dike, ji ber ku raporê careka dî tekezî li ser bikaranîna rijêma Esed ji çekên kîmawî re li dijî sivîlan kir, û ev yek diçespîne ku biserxistina vê rijêma ku metirsî ye li ser aştî û ewlehiya navdewletî nepêkan e.
Û Berekat ji malpera “Erebî21” re ragihand ku rapora herî dawî û yên berî wê jî hatine belavkirin, civaka navdewletî dixin bin berpirsiyariyên yasayî û sincî, û got ku divê giringî bi çawaniya jinavbirina vê rijêmê bête dan, ne biserxistina wê û dîtina rêyên derketinê jê re.
Û Berekat bal kişand ser ku raporta dawî di demeke guncav de hat, ji bo ku sînorekî li pêşiya leza normalkirina têkliyan bi rijêmê re deyne, û rê li ber hewldanên herêmî yên ku armanc jê biserxistina rijêmê ye bigire, û tekezî li ser pêwîstiya dîtina mîkanîzmekê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî kir, bi hêviya dîtina çareseriyekê li Sûriyê, ya ku di riya veguhestina siyasî ya li gorî biryarên navdewletî yên taybet bi pirsa Sûriyê re be, nemaze herdû biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî