Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Elî Îsa, bi boneya dehemîn salvegera komkujiya Çemê Qiwêq yaku rijêma Esed dermafê sivîlan li bajarê Helebê pêk aniye, tekez kir ku hûrgiliyên nû yên komkujiyê rêxistinên navdewletî û mafnasî ji nû de datîne pêşiya berpisyariyên wan derbarê sizakirina rijêma zordar ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji hovîtiya wê.
Û Îsa di daxwiyaniyin taybet de, îro sêşemê, got ku Çemê Qiwêq dîdevanê hovîtiya rijêma Esed e di danûstandina wê ya bi sivîl û girtiyan re, û cextî li ser pêwîstiya veguhestina dosya tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku li Sûriyê li ser destê rijêma Esed û piştgirên wê pêk hatine bo Dadgeha Tawanên Navdewletî kir.
Ji hêla xwe ve bizîşk Mihemed Kihêl yê ku dîdevanê komkujiya tirsnak bû û yek ji belgekarên wê û rêvebirê berê yê bizîşkiya şerîî li Helebê bû, ji malpera Zeman Elwesil re hûrgiliyên nû yên komkujiya ku 240 kes têde bûne qurbanî diyar kirin.
Û pizîşk eşkere kir ku tevaya pakrewanan dest û ling û çav û devên wan girêdayî bûn, û got ku di vekolînan de diyar bû ku hejmarek mezin ji wan pakrewanan ji cihekî nêzîk ve gule di seriyên wan de hatibûn berdan, û şûnên îşkencê li ser termên wan diyar bûn, û hinek ji wan destên wan hatibûn şikandin, hin jî ling şikestî bûn, û hin jî çavên wan hatibûn peqandin, û hin serjêkirî bûn, her weha şûna şewtandin û lêdanê li ser laşên wan diyar bû.
Û bizîşk bal kişand ser ku hejmara rasteqîn ji ya ku hatiye belgekirin mezintir e, ji be ku ava (Çemê Pakrewanan) Qiwêq, termên hin şehîdan li ber xwe biribûn derveyî bajarê Helebê, û tîmên rizgarkirinê nikaribûn xwe bigihînin termên hemû pakrewanian.
Tê zanîn ku hêzên rijêma Esed di 30ê heyva çilê paşîn ji sala 2013an de, komkujiyek dermafê sivîl û girtiyên bajar û gundewarê Helebê pêk anîn, û ew girtî bi guleyan kuştibûn û piştre avêtibûn çemê Qiwêq yê ku di nav bajarê Helebê re derbas dibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî