Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, tekez kir ku pêgirtina rijêma Esed bi desthilatê û rêbaza wê ya leşkerî a xwînrêj dijî sivîlan û belavkirina wê ji milîsên mezhebî re, sedema sereke ya rûxandina welêt e û hiştiye ku welat bighê rewşa ku îro gihiştiiyê.
Û tekez kir ku rijdiya rijêma Esed li ser redkirina çareseriya siyasî û tevlênebûna wê di nav çi proseyeke siyasî de ya bibe sedema veguheztina siyasî li gorî biryarên navdewletî, dibe sedem ku welat bêhtir noq bibe, her weha dihêle dagîrkerên (Rusya û Îran) bûhtir Sûriyê kontrol bikin û gendelî kûrtir bibe, û ev yek dihêle ku pirosesa çaksazkirinê dijwartir bibe.
Û li gor raporta salane ya pîvana gendeliyê ya ku ji aliyê saziya Zelaiya Cîhanî “Transparency International” ve hatiye weşandin, ev du sal in li pey hev Sûriya di serê lîsteya welatên herî gendel yên cîhanê de ye, bi bidestxistina wê ji 13 puanan re, û ew heman pileya ku başûrê Sûdanê wergirtiye ye, û Somal li dawiyê de hat.
Û Sûriya di rêza duyemîn de piştî Somalê hat, li gor pîvera Rizgarbûna ji Sizayan ya sala 2022, ya pispor di şopandina kujerên rojnamevanan bo sizakirinê de hat, û diyar kiriye ku dora 80% ji kuştinên li dijî rojnamevanan yên ku di sala bûrî de li cîhanê pêk hatine, weke tolhildanê bû dijî karê wan, û hejmara tawanan gehişte 263 tawanan, yên ku tawankarên wan rastî ti sizayan nehatine.
Û Sûriya di rêza 18emîn di cîhana erebî de û ya 162mîn li ser asta cîhanê de hat, wek “rijêmeke stemkar” li gorî pîvanên giştî yên hebûna demokrasiyê li seranserê cîhanê, di demekê de ku Sûriya di gelek kategoriyên navdewletî di warê mafên mirovan û azadiya derbirînê de di dawiya lîstê de bû.
Û Sûriya berê jî di serê lîsteyê di nav dewletên herî gendel de cih girtibû, li gorî kategorîkirina kompaniya “Global Risk” ya pispor di karûbarên birêvebirina metirsiyan de, û Sûriya di nav 180 dewletên ku di raporê de hatine nirxandin di rêza herî nizim de ye, di warê çareserkirina gendeliyê di sektora giştî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî