Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî yê Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê û Serokê Encumena Rêvebiriya wê Hadî Elbehra, tekez kir ku ji Mafê xelkê me yê derbider e mîna hemû mirovan birûmet bijîn.
Û Elbehra got ku bi hevkariya li gel Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê, em pabend in bi piştgiriya hewcedariyên taybet yên xelkê me yên derbider, ji ber ku piraniya wan jin û zarok in û di mercên zehmet de bi dijwarî debara jiyana xwe dikin.
Û di heman demê de Rêvebirê Giştî yê Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê Endezyar Hanî Xebaz, got ku Sindûqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê, pabend e bi piştgiriya malbatên derbider li bakurê Sûriyê di çarçoveya plana bersivdana awarte de.
Û Xebaz bal kişand ser ku rewşa jiyana derbideran bi taybetî di zivistanê de her sal xirabtir dibe, û em kêfxweş in ku em karibin bi pêşkêşkirina alîkariyê êşa hinekan sivik bikin.
Û Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê, bi hevpişkî û hevkariya li gel Hikûmeta Sûriyê ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, 2798 sobe û 94.6 tonên keresteyên germkirinê radestî kampan kirin, li gorî plana bersivdana hawarçûnê li bakurê Helebê.
Û Sindoqa Qerzdanê 2798 sobe radestî malbatên derbider kirin, û 18,000 kesî sûde jê wergirt, û keresteyên germkirinê jî radestî 1,892 malbatên derbider bûn, û derdora 11,352 kesên ku herî hewcedariya wan bi vê alîkariyê heye ji bo rûbirûbûna zivistanê sûde jê wergirtin.
Û Sendoqa Qerzdanê diyar kir ku bi budceya 2,05 mîlyon euro, tê pêşbînîkirin ku ji plana bersivdana awarte ya îsal bi tevahî 18,000 malbatên derbider (nêzî 108,000 kes) dê sûdê werbigirin, û ku ji dema damezrandina bersivdana awarte de di destpêka sala 2022an de, û di nav alîkariyan de 3,000 kon û 8,000 pakêtên xwarinê hatine pêşkêşkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî