Girtin û kuştin li parêzgeha Deraa berdewam in, di dema bêserûberiya ewlekarî ya ku hêzên rijêma Esed peyda dikin û ji tîrmeha 2018an ve zêdetir bûye.
Û Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan di Kombûna Horan ya Azad de, di heyva çile de li parêzgeha Deraayê, kuştina 49 kesan, 3 jin û 2 zarok di nav wan de hebûn, tomar kiriye.
Û Ofîsê mirina kesekî di bin îşkenceyê de di zindana Seydnaya ya serbazî de, ku di sala 2021an de hatibû girtin belge kiriye, û du zarok bi sedema bermayên cengê yên hêzên rijêmê mirine, her weha mirina bijîjkekî di pevçûnên li Taxa Kaşif de, û jinek li bajarê Deraayê bi teqeîna mayînekê hatiye kuştin.
Û Ofîsê 38 operasyon û hewildanên kuştinê yên ku di encamê de 31 kes hatine kuştin, û 27 birîndar bûne, û 7 ji wan hewildanên kuştinê rizgar bûne, serjimar kirine.
Û Ofîsê diyar kir ku 16 kes ji aliyê hêzên rijêmê û Firqeya heştan ve li parêzgeha Deraa hatine girtin, û raportê behsa revandina du kesan li parêzgeha Deraa kir.
Û Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan di Kombûna Horan ya Azad de, amaje bi wê yekê kir ku li gorî aliyên ku operasyonên girtinê pêk anîne, wê girtina çar kesan li ser destê îstixbaratên leşkerî, û sisiyan bi destê asayîşên hêza asîmanî, û nehan bi destê lîwayê heştemîn, belge kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî