Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro heştemîn salvegera destwerdana leşkerî ya rasterast a Rusya di Sûriyê de ye, ku Rusya bi çek û amûrên xwe destwerdan kir, ji bo piştgiriya rijêma Esed bike di cenga wê ya li dijî gelê Sûriyê de, ya ku ji sala 2011an ve bo daxwaza azadî û rûmetê serî hildaye, û bersiva rijêmê bi pêkanîna hemû cureyên binpêkirinan dermafê gel bû, û tawanên ku gihiştine asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê di nav wan de hebûn, ku têde sivîl kuştin û tax mal, navendên sivîl û jêrxana welêt wêran kirin.
Ev piştgiriya leşkerî ya Rusya bû sedem ku rijêm lîsteyek dirêj ji binpêkirin û tawanan pêk bîne, bi sedên komkujiyan têde hene, çekên kîmawî û çekên li ser asta navdewletî qedexe jî bikar anîn, û bûn sedema bidehên hezaran ji qurbaniyên sivîl, di nav de bi hezaran zarok hebûn, û bandor li zêdetir ji hezar navendên sivîl ên girîng kir, dibistan û nexweşxane jî di nav wan de hebûn.
Rusya rawestana li kêleka Rijêma Esed û piştgiriya wê hilbijart, tevî tawanên wê yên kuştin, windakirin, wêrankirin û koçberkirina kotekî dermafê bi milyonan Sûrî, û piştgiriya asîmanî ji rijêmê re dabîn kir, ya ku beşdarî di armanckirina navendên bizîşkî û deverên sivîlan de kir, û vê yekê Rusya kiriye hevpara rijêmê di wan tawanan de, û di warê siyasî de ji sala 2011an de piştgiriya wê kir, û mafê xwe yê VETO 18 caran li dijî biryarên ku rijêma Esed şermezar dikin û daxwaza sizadana wê dikin bikar anî, û roleke sereke ya VETOya Rusya di rakêşanên siyasî di hundir Encumena Ewlekariyê de hebû, ku rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî di riya sînor re girt, û ya dawî di tîrmeha bûrî de bû, ya ku bû sedema biryara Encumena Ewlekariyê derbarê dirêjnekirina wê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku evqas tawanên ku rijêma Esed li Sûriyê bi piştgiriya Rusya pêk anîne û hejmara mezin a qurbaniyên sivîl ên bêguneh tunebana, ger ne ji bêkêrî û xemsariya civaka navdewletî ba, di danûstandina li gel dosya binpêkirin û tawanên cengê yên ku dermafê gelê sûriyê pêk hatine, û paşguhkirina wê ji pirosesa siyasî ya bi sponseriya Netewên Yekbûyî li Cinêvê re, û hiştina gelê Sûriyê bi tena wî di rûbirûbûna rijêmê û hevalbendên wê de, bêyî çi tevgereke cidî di warê rawestandina tawanan de.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî dixwaze ku bi awayekî kartêker ji bo rawestandina tawanên rijêma Esed li dijî gelê Sûriyê tevbigere, û kar ji bo nehiştina piştgîriya wê di cenga wê ya berdewam de dijî gelê Sûriyê bike, û cext dike ku ti rê ji bo aştiyê û nûavakirinê li Sûriyê û vegerandina penaber û koçberan nîne, bêyî bidestxistina veguhestineke siyasî ya berfireh li welat li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê hejmar 2118 (2013) û 2254 (2015).
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 îlon 2023