Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xweşhaliya xwe bi pêngavên erênî yên Dadgeha Dadweriya Navdewletî di doseya dadgehkirina rijêma Esed de li ser tawanên ku li dijî Sûriyan ji sala 2011an de heta niha pêk anîne, tîne ziman, û tekez dike ku ti aştî li Sûriyê bêyî pêkanîna dadweriyê û dadgehkirina tawankarên cengê û tawanên dijî mirovahiyê li Sûriyê nîne, û ku ev hewlên ji bo bicîanîna dadê ji qurbaniyan û malbatên wan re cihê guhdan û piştgiriyeke mezin e ji hêla tevaya gelê Sûriyê ve, yê ku li hêviya dadweriyê ye bo qurbaniyên van tawan û binpêkirinan.
Hevbendiya Niştimanî hewildanên Holenda û Keneda yên ji bo vekirina dozeke hevbeş li dijî rijêma Esed bi sedema binpêkirina Peymana li Dijî Îşkencekirinê, ji ber ku îşkence û sizayên dijî mirovahiyê û neyasayî bikar anîne, di nav de windakirina kotekî, kiryarên destdiyêjiya seksî, tundûtûjiya li dijî zarokan, û bikaranîna çekên kîmawî yên li ser asta navdewletî qedexekirî li dijî sivîlên bêguneh, bilind dinirxîne.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî daxwaza avêtina gavên piraktîk di dosya dadpirsîn û sizakirina rijêma Esed de, bi rêya dadgehên navdewletî û dadweriya dadgehên niştimanî kir, û pêwîstiya rakirina astengiyan ji pêşiya aktîvkirina rola Dadgeha Tawanan a navdewletî, di rêya pabendiya tam bi Peymana Netewên Yekbûyî re, ya ku prensîbên beşdarbûna dengdanê di Encumena Ewlekariyê de rêkûpêk dike, nemaze xala sêyem a madeya bîst û heftan, ya ku nahêle dewleta rasterast bi nakokiyan ve girêdayî ye mafê wê yê dengdana li ser biryarên taybet bi wê hebe, da ku nehêlin gelek caran astengiyên derçûna biryaran di Encumena Ewlekariyê de dubare bibin.
Û ji Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî dixweze ku li ser têkçûna dubare ya Encumena Ewlekariyê raweste, ya ji bo şandina tawanên cengê yên ji ber pevçûnan ji Dadgeha Tawanan a Navdewletî re, ji encama bikaranîna dubare ya VETOyê ji aliyê dewleteke alîgira nakokiyê ve li gorî biryara Komeleya Giştî ya “Yekîtî Ji bo Aştiyê”.
Û ji Dadgeha Dadweriya Navdewletî dixwaze ku şopandina dosya giliyê ji aliyê Keneda û Holenda ve hatiye kirin berdewam bike, ta ku biryareke dadane derkeve, ya ku rijêma Esed red kir ku di civînên wê de amade bibe, wek hewlekê ji bo astengkirina karê wê.
Û Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser giringiya rola civaka navdewletî di nehiştina berdewamiya bêaramiya li Sûriyê û herêmê û metirsiya li ser aştî û ewlehiya navdewletî û pêkanîna dadmendiyê de û vejandina piroseya siyasî û cîbicîkirina herdu biryarên Encumena Ewlekariyê jimara 2118 (2013) û 2254(2015) dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
12 cotmeh 2023