Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di salvegera komlkujiya ku hêzên rijêmê dermafê sivîlan li bajarê Xan Şêxon ê bi gaza sarînê di sala 2017an de pêk aniye, em bibîra Encûmena Ewlekariyê û tevaya aliyên navdewletî tînin, ku rijêm derbarê vê komkujiyê ji aliyê mîkanîzma lêpirsînê ya hevbeş hatiy tewanbarkirin, lê ta niha cezayê xwe nestandiye, û bi ser de hîn di pêkanîna komlkujiyên bêhtir de berdewam e.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpisyariyên mirovahî û yasayî û siyasî û dîrokî derbarê tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî li sûriyê hilgire, û jê tê xwestin ku careke din madeya 21 ji biryara 2118 a girêdayî rênmayên piratîk dijî rijêmê li gor beşê heftemîn kartêker bike.
Komlkujiya ku li bajarê Xan Şêxonê li gundewarê Idlibê pêk hatiye îro çar sal di ser bîranîna wê re derbas dibin, ew derî li pêşiya vê pêngava girîng û pêwîst vedike, ji ber ku veguhastina vê doseyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî erkekî siyasî û mirovahî û berpisyariyeke dîrokî ye.
Ji saziyên ragihandinê yên erebî û cîhanî û çalakvanên mafên mirovan li seranserî cîhanê tê xwestin ku bîranîna vê komelkujiyê vejînin, ji bo ku berve sizakirina tawanbaran bibin, û fişarê li çi alîyên navdewletî an herêmî yên pilanê dikin an hêvîdarin ku rijêmê biser bixin bikin.
Mafên pakrewanên Xan Şêxonê dê ji aliyê NY ve dabîn bibe, û bêzariya niha ji aliyê navdewletî ve derbarê peyketina tawanbaran û sizakirina wan tim berdewam nake, û rijêm û piştgirên wê nikarin doseya kuştin û bombebaranê û komelkujiyan û bikaranîna çekên kîmawî ji bîranînê bavêjin, û riswabûn bo hemû kesê dixwaze astengiyê bixe riya dadweriyê, an rizgarkirina tawanbaran ji sizayan hêsan bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
4 nîsan 2021