Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pîrozbahiyê bi Cejna Fush bo tevaya xiristyanên sûrî û tevaya kesên bi vê boneyê şa dibin pêşkêş dike, Cejna Fusih boneyeke bo bibîranîna nameya birêz Îsayê Mesîh silava xweda lê be, yaku giringiyê dide lêborîn û karê bo aştî û dadwerî û mirovahiyê.
Di vê salê de, bi ser rewşa dijwar yaku em li Sûriyê rûbirûyê wê tên, xelkê Sûriyê bi vê cejnê di rewşeke awarte de cejna xwe dikin, lewra divê hay ji pabendiya bi dûrbûna civakî hebin, û nehêlin ku malbat û dost bi vîrosa kovîd 19 bikevin.
Di vê boneyê de em berê xwe didin tevaya xiristiyanan li seranserî cîhanê di dema ku ew ahengê bi vê cejnê dikin, em tekez dikin ku gelê sûrî hewcedar e ku di vê derdeseriya ku pir dirêj bûye li kêlekê wî bête rawestan, û ev yek ji hezkerên aştî û azadiyê tê xwestin, ji bo piştgiriya hêviyên sûriyan bikin û bi rengekî cidî fişaran li siyaseta navdewletî bikin bi armanca rizgarkirina vî gelî ji rewşa dijwar ya tê de dijî û avakirina paşerojeke geş jê re.
Em careke din lav û hêviyên xêr û xweşiyê ji tevaya xelkê sûriyê re dixwazin, û divên ku bêhtir yekîtî û hevkariyê ji bo rabûna bi erkan bikin, û xebatê bo vegerandina mafan û serbestberdana girtiyan û vegera koçberan bo warên wan bikin, û rê li pêşiya avakirina pêşerojê vekin, daku hêviyên tevaya xelkê Sûriyê pêk bînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
04 nîsan 2021