Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku ew li kêleka Qiralgeha Urdunê ya Haşmî ya bira radiweste, derbarê rêşûnên têne standin bo parastina aştî û ewlehî û aramiya welêt li gel rêzgirtina serweriya yasayê û rêşûnên fermî, ew jî di nameyeke fermî de yaku Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî ji Wezîrê Derve yê Urdunê birêz Eymen Elsefedî re, îro, şandiye hat.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de cext kir ku çi hewldanên ku ziyanê bigihînin saziyên rewa li Urdunê red dike, her weha cextiyê li ser pêwîstiya parastina tiştê ku birayên me yên Urdudî di warê hukmê hişmend û xurtkirina azadiyan û berdewamiya di warê avakirina dewleta destûrî û saziyan de dike.
Û Hevbendiya Niştimanî careke din spasiya helwesta Urdunê li ser asta gelêrî û fermî ji mafên rewa yên gelê sûriyê re kir, û pesnê comerdiya birayan li Qiralgeha Urdunî ya Haşimî û piştgiriya wan ya durust di dema tengasiyê de da, û helwesta Urdunê derbarê doza sûrî bilind nirxand. Her weha pabendiya wê bi helwesta erebî a pirensîpî yaku cextî li ser bijardeya çareseriya siyasî li ser bingeha daxwiyaniya cinêvê û biryara encûmena ewlekariyê 2254 bi hemû hûrgiliyên wê kiriye, tevî avakirina desteya hikumdar ya veguhêz bi tevaya desthilatên wê, û xebata li ser dariştina destûrekî nû, û vegerandina desthilatê bo gelê sûriyê, û dabînkirina çarçoveya ewle û vegera ji def xwe ve bo penaberên sûrî di çarçoveya çareya siyasî de.
Û Elherîrî miqatebûna Hevbendiya Niştimanî li parastina baştirîn têkliyên biratî li gel Qiralgeha Urdunî ya Haşimî tekez kir, û lav bo Qiralgeha Urdunî ya Haşimî û gelê wê yê bira kirin, bo berdewamiya pêşketin û aramî û geşepêdanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî