Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di salvegera komlkujiya ku hêzên rijêmê dermafê sivîlan li bajarê Xan Şêxon ê bi gaza sarînê di sala 2017an de pêk aniye de, tekez kir ku rijêm derbarê vê komkujiyê ji aliyê mîkanîzma lêpirsînê ya hevbeş hatiy tewanbarkirin, lê ta niha cezayê xwe nestandiye, û bi ser de hîn di pêkanîna komlkujiyên bêhtir de berdewam e.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaneyeke rojnemvanî de got ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpisyariyên mirovahî û yasayî û siyasî û dîrokî derbarê tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî li sûriyê hilgire, û jê tê xwestin ku careke din madeya 21 ji biryara 2118 a girêdayî rêşûnên piratîk dijî rijêmê li gor beşê heftemîn kartêker bike.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de got ku Komlkujiya ku li bajarê Xan Şêxonê li gundewarê Idlibê pêk hatiye, îro çar sal di ser bîranîna wê re derbas dibin, ew derî li pêşiya vê pêngava girîng û pêwîst vedike, ji ber ku veguhastina vê doseyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî erkekî siyasî û mirovahî û berpisyariyeke dîrokî ye.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku mafên pakrewanên Xan Şêxonê dê ji aliyê NY ve dabîn bibe, û çênabe bêkêriya niha ji aliyê navdewletî ve derbarê peyketina tawanbaran û sizakirina wan berdewam bimîne, û rijêm û piştgirên wê nikarin doseya kuştin û bombebaranê û komelkujiyan û bikaranîna çekên kîmawî ji hizir û bîranînê bavêje, û riswabûn bo her kesê dixwaze astengiyan bixe riya dadweriyê, an rizgarkirina tawanbaran ji sizayan hêsan bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî