Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bombebarana nû ji aliyê rijêma Esed ve li ser deverên rizgarkirî şermezar dike, ji ber ku îro duşemê derdora bajarê Idlibê bi topxaneya giran armanc kir, û deverên niştecihan li nêzîkî kampên awareyên ku ji ber tawankariya wê reviyane bombebaran kirin, tevî ku derver hêjî derdeseriya bandorên erdheja ku di 6ê sibatê de rûdaye û bûye sedema wêranî û koçberkirina bihezaran kes dikişîne.
Berdewamiya rijêma Esed û hevalbendên wê bi vê hovîtiya tund, dihêle ku gelê Sûriyê derdeseriya dutaq û berdewam bijî, ji ber ku yên ji ber erdhejê ji malên xwe reviyane û yên ji ber bombebarankirina rijêma Esesd û komkujî û binpêkirinên wê ji bajarên xwe koçber bûne, niha derdê bombebarana sîstema tawankar dikişînin, ji ber ku dixwaze konan tevlî rewşa wan ya xerab li ser serê wan bi top û mûşekan bike dojeh.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku tiştê hin dewlet di warê asayîkirina têkliyan bi vê rijêma tawankar re dikin, şaşiyeke mezin e, ji ber ku her hewlek ji bo vegerandina vê rijêmê, tê wateya pejrandina hovîtî û tawanên wê, û çira kesk e ji bo berdewamkirina dijminkariya wê li dijî gelê Sûriyê, ji ber her kes dizane ku rijêmê ji sala 2011an ve di warê tawanên kîmyayî û Kuştinên komî û girtin û îşkencekirina heta mirinê de çi kiriye.
Gelê Sûriyê yê ku ji deh salan zêdetir e qurbaniyan dide, napejrîne ku careke din rijêma Esed li ser wî were sepandin, û dê di têkoşîna xwe de berdewam be, heta ku bigihêje armanca bilind a avakirina Sûriyeke nû ya azad ya cihê rijêma Esed tê de tune ye, çendî ji hêla civaka navdewletî ve rastî bêhêvîkirinê were jî, ew civaka ku nikarîbû tawanbarê cengê siza bike, ne jî biryarên ku garantiyê didin veguhestina siyasî li Sûriyê, bicîh bîne.
Em ji parlementerên Ereb yên ku duh serdana rijêma Şamê kiribûn dixwazin ku serdana qurbanî û kesên ziyan ji ber erdheja bakurê rojavayê Sûriyê dîtine bikin, ew deverên ku erdhejê li wan daye û bobelat bi serê wan de aniye, û eger rast niyeta wan alîkariya qurbaniyan be, divê ne tenê dîdevên kuştina gelê Sûriyê bin, lê piştevanê wî bin, û nebin piştevanê kesê ku wan dikuje.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
27 sibat 2023