Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Balefirên dagîrkerê Rûsî komelkujiyeke nû di riya armanckirina baregeha Eniya Sûrî ya Rizgariyê re li gundewarê bajarê Efrînê bakurê Helebê pêk anî, û di encamê de hejmarek ji şervanên Eniyê şehîd ketin û birîndar bûn.
Ev komelkujiya bimebest pêk hat, bi armanca sepandina bijardeya tundî û terorê, wek take-bijardeyê li ser xakê, li ser civaka navdewletî, ev binpêkirineke nû ye dermafê rêkeftinên kêmkirina şer û agirbestê.
Komelkujî di çarçoveya binpêkirinên Rûsî yên berdewam dermafê biryara Encumena Navdewletî 2254 tê, yaku daxwaza veguhestina siyasî û destpêkirineke cidî ya danûstandinan ta bighêje Desteya Hikumdariyê ya Veguhêz bi temamiya karînên wê kiriye, ew karê ku tekez bû ku rijêm û piştgirên wê Rûsiya û Îranê nahêlin serkeftî be û herdem astengî dikirin, Rûsiya îro rola garantoriyê di sernekeftina biryara 2254an de dike, di riya beravêtîkirina derfetên avakirina pirosesa siyasî ya cidî re, û hemî karînên xwe ji bo rûxandina her riyên avakirina baweriyê û binpêkirina tevaya rêkeftinên agirbestê bikar tîne.
Tawana îro hewldaneke pîs e bo sepandina kaxezên fişarê li ser hesabê xwîna ciwanên gelê Sûrî bi armanca ku wê di warê hevdîtinên herêmî de bikar bîne.
Terorxaneya ku dibe sedema wêranî û rûxandina Sûriyê, dagîrkerê Rûsî ye, yê ku rijêma tawanbar parastiye, û piştgiriya wê ya siyasî û leşkerî kiriye, bi armanca ku rê li pêşiya rijêmê veke, daku Sûriyê tevî dagîr bike, û xelkê wê koçber bike, û Sûriyê bike cihekî leşkerî û bender ji gemî û çekên xwe yên deryayî re.
Tawanên Rûsiya li Sûriyê riswakirî û eşkere ne, û armanckirina baregeha Eniya Sûrî ya Rizgariyê îro, ne tawana wê ya dawî ye, lê ew wek dibîranîna tawanên ku ji deh salan de pêk têne ye, nemaze ji sala 2015an de, û ji wê demê de ne kêmtir ji 350 komelkujî û armanckirina bêhtir ji 220 dibistan û 210 nexweşxane û navendên bijîşkî pêk aniye, û jê bûyera armanckirina 4 nexweşxaneyan di 12 katijmêran de.
Hîna Rûsiya sembola tawan û stemkariyê ye, û çênabe ku cîhan bihêle ku ew heyfê ji gelê Sûrî hilîne bêyî ku kes li pêşiyê raweste, Hevbendiya Niştimanî berpisyariya civaka navdewletî di ber tawanên ku Rûsiya pêk tîne tekez dike, û daxwaza sepandina mîkanîzmin guncaw bo rawestandina rola wê ya jikarêxistin û tawanê dike, û cextiyê li ser pêwîstiya karê cidî ji bo tevgereke bêhtir çalak ji bo fişarê û sepandina veguhastina siyasî li welêt dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
26 êlûna 2021