Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimamnî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, li Emrîka, bi Şandê Almaniya re li baregeha Netewên Yekbûyî li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê, Enes Elebde û Cîgira Serok, Ruba Hebûş û Endamê Desteya Danûstandinê Îbrahîm Biro, û Rêvebirê Giştî li Efrîka û Emrîka Latînî û Rojhilata Nêzîk û ya Navîn di Şandê Amlanî de Dr. Philipp Ackermann, amade bûn.
Û Şandê Hevbeş li ser pêşketinên rewşa meydanî û mirovahî li Sûriyê û binpêkirinên ku rijêma Esed û piştgirên wê û milîsên PYD dermafê gelê Sûrî pêk tênin axivî, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dixwaze nimûneyeke şaristanî ji rêvebiriyê li deverên rizgarkirî di riya Hikûmeta Demkî û saziyên dîtir re ava bike.
Û Şandê Hevbeş mixabîniya xwe li ser velikumandina pirosesa siyasî û pêkneanîna çi pêşketinê têde nemaze di warê Komîteya Destûrî de anî ziman, û cextî li ser pêwîstiya gihiştina çareya siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir.
Û Şandê Hevbeş li ser doseya mirovahî û dirêjkirina biryara navdewletî ya taybet bi derbaskirina alîkariyan di riya xalên sînorî re axivî, û spasî bo Almaniya li ser rola wê ya girîng di dirêjkirina biryarê de û guhdana wê bi doseya yasayî ya sizakirina tawanbarên cengê li Sûriyê pêşkêş kir.
Û Şandê Hevbeş cext kir ku tevî giringiya doseya mirovahî lê ew tenê bo çarekirina doza gelê Sûrî têrê nake, û dimîne çareya siyasî ew e take-çareseriya dê tevaya kêşeyên welêt bidawî bike.
Û şandê Hevbeş careka dî tekezî li ser pêwîstiya nehêlana çi hewldanên normalkirina têkliyan bi rijêmê re kir, û destûrê nedin rijêmê ku doseya mirovahî wek derî an bihane ji bo normalkirina têkliyan re bikar bîne, û sizayên li ser rijêmê hatine sepandin bimînin, ji ber ku sivikkirina sizayan dê bihêle rijêm bi serhişkiya xwe de here.
Ji aliyê xwe ve birêz Akerman li ser siyaseta welatê xwe derbarê doseya Sûrî axivî, û bal kişand ser ku Almanya pêwendiyê li gel şanderê navdewletî dike, ji bo rawestana li ser pêşhatên pirosesa siyasî.
Û diltengiya xwe derbarê hewldanên biserxistina rijêmê tevî tawanên cengê bi rengekî berfireh dermafê sivîlan pêk anîne anî ziman, û tekez kir ku helwestên welatê wî derbarê piştgiriya mafên gelê Sûrî nayên guhertin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî