Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Balefirên Rûsiya tawankar, komkujiyeke tirsnak a nû dermafê sivîlên bêguneh pêk tînin, û dosya xwe ya mişt tawanên cengê mezintir dikin, ku îro sibehê 7 sivîl kuştin, 4 zarok di nav wan de hebûn, û bi dehan kes birîndar bûn, di bombebaranekê de li ser mala malbateke derbider li kenarên herdû bajarokên Elcidêde û Canodiyê li gundewarê Idlibê.
Tawanên rijêma Esed û Botin û hevalbendên wan bi dirêjiya salên bûrî nehatin rawestandin, û ew tevaya rêkeftin û daxwazên agirbestê piştguh dikin, ji ber nebûna helwesteke navdewletî ya vebir li hember wan, tevî hebûna nîşanên hûrbîn û tam li ser tawanên ku wan pêkanîne û qurbaniyan hene.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku hiştina gelê Sûriyê di bin derdeseriyên balefirên rijêma Esed û hevalbendên wê de tawankarî ye, û civaka navdewletî ji ber piştguhkirin û bêdengiya wê berpirsyariyê hildigre, çimkî tawan hîn berdewam e, û xwîna sûriyan ji yanzdeh salan de zuha nebûye, bêyî ku pêngavin kartêker ji aliyê civaka navdewletî ve di warê sizakirina rijêmê an qewitandina wê ji ser xaka Sûriyê de bên avêtin.
Tawanên ku li Sûriyê pêkhatine û hîn jî pêk tên, li Okranya dubare bûn, û dê li dewletin dîtir jî dubare bibin, heger tawanên Rûsiya neyên rawestandin, û jêderên teror û kuştin û wêrankirinê; rijêma Esed û milîsên Îranê, ji holê ranebin.
Dilovanî bo pakrewanan û rihetbûn bo birîndaran
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
22 tîrmeh 2022