Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Pêkanîna Milîsên Îranê yên têrorîst, roja 6ê vê mehê, ji komkujiyek hovane re li biyabana başûrê Dêrezorê li nêzîkî gundê Kebakib ku di encamê de zêdetir ji 40 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar û winda bûn, dema ji bo dabînkirina nanê xwe yê rojane dixebitîn, komkujiyeke hovane û tawaneke şer e, hewcedarî helwesteke navdewletî ya cidî ye ji bo xwestina hesab ji van milîsan û yên ku ew anîne Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi tundî vê komkujiya hovane şermezar dike û daxwazê ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê dike ku lêkolînên navdewletî yên zelal derbarê vê komkujiyê vekin û li ser asta navdewletî şermezar bikin, herwiha hişyariyê dide li ser metirsiya hebûna milîsên Îranî û milîsên ji netewên cuda ên alîgirên Îranê yên ku li devera li jêr kontrola rêjîma Esed tevdigerin, nemaze piştî ku bûne sedema gelek krîzan li Sûriyê bi hevkariya li gel rijîmê di çêkirin û hinartina madeyên hişber de û pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê li dijî Sûriyên sivîl, û bikaranîna siyasetên mezhebî ji bo guhertina nasnameya welat.
Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya avêtina pêngavên piraktîkî û xurt ji aliyê civaka navdewletî ve li dijî rêjîma Esed û piştgirên wê dike, ji bo rawestandina tawan û binpêkirinên berdewam li dijî Sûriyan li hemû navçeyên Sûriyê, û tekez dike ku siyaseta sist di cîbicîkirina çareseriya siyasî li gorî biryara 2254 (2015), dê êş û azarên Sûriyan zêdetir bike û bibe sedema qeyranên zêdetir li ser asta navçeyî û herêmî û navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
07 adar 2024