Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dijminkariya milîsên PYDê yên terorîst li ser baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Amûdê li parêzgeha Hesekê û şewitandina wê şermezar dike, û tekez dike ku armanca wan milîsan tirsandina xelkê û têkdana her tevgereke siyasî ya ne li gor wê û planên wê yên terorîstî dixebite ye.
Binpêkirinên berdewam yên milîsên PYD`ê yên terrorist, rêbaza wê ya dijminane li dijî tevaya gelê Sûriyê, Kurd berî Ereb û pêkhateyên dîtir, û serkutkirina wê ji her projeyekê li ser bingeheke niştimanî re li navçeyên di bin destê wê de, tekez dike, û kiryarên wê ne cuda ne ji ên rejîma Esed ên hovane yên li dijî gelê Sûriyê pêk tîne.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev kiryarên terorîstî yên milîsên PYDê metirsiyeke cidî ne ji ewlehî û aramiya deverê re, û ew kiryar ligel yên rêjîma Esed rê li pêşiya hewlên çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) ya bi rêya wê sûriyeyî li hêviya pêkanîna daxwazên xwe yên jiyana di dewleteke azadî, demokrasî û yasayê de digre.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
08 adar 2024