Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Bekûra: Vegerandina penaberan ne çareserî ye lêbelê ew paşxistina pirsgirêkeke metirsîdar e dê krîza mirovî girantir bike

March 7, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Bekûra: Vegerandina penaberan ne çareserî ye lêbelê ew paşxistina pirsgirêkeke metirsîdar e dê krîza mirovî girantir bike

Koordînatorê Girûpa Karûbarên Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, diyar kir ku nûçeyên ku ji gelek welatan tên, ji wan Libnan, Nemsa û Qubris, gelekî nîgeraniyê peyda dikin ji ber ku ew Sûriyê wek welatekî ewle dibînin û dixwazin penaberên sûrî vegerin deverên xwe.

Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku bandorên derûnî yên xerab ên van nûçeyan hene û tevaya  Sûriyan li seranserî cîhanê pê diêşin, nemaze di dema ku ew di rewşeke derûnî ya nebaş de ne ji encama şerê rêjîma Esed û alîkarên wê li dijî wan ji berî bêhtir ji deh salan de.

Bekûra amaje bi wê yekê kir ku ewlehî ne bêjeyeke siyasî ye, lê belê ew têgeheke teknîkî ye û aliyên wê yên ewlekarî, civakî û yasayî hene, û wiha berdewam kir: “Li şûna ku em helwestekê pev re bistînin û pê hewl bidin êş û azarên gelê Sûriyê bi dawî bikin, em dibînin ku gavên yekalî yên ku êş û azarên Sûrîyan girantir dikin û dibin gef li ser aramîya herêmê tên avêtin.” Û tekez kir ku çareseriya siyasî kevirê bingehîn e ji bo avakirina aşitîyê li Sûrîyê û ev yek hewcedarî pabendiyeke rasteqîn e ji tevaya aliyên peywendîdar.

Bekûra tekez kir ku vegerandina penaberan bo welatekî ne ewle binpêkirineke eşkere ji yasayên navdewletî re ye, di nav de Peymana Netewên Yekgirtî û Peymana Penaberan ya sala 1951, û got ku vegerandina penaberên Sûriyê di şert û mercên niha de ne çareserî ye, lê belê paşxistina pirsgirêkeke metirsîdar e û dê qeyrana mirovî girantir bike û aramiyê bêhtir têk bide.

Bekûra tekez kir ku paşguhkirina karesata Sûriyan û giringînedana ewlehî û aramiya wan, ne tenê binpêkirineke ji mafên mirovan re, lê belê destpêka encamin bobelatî ye û dê bandora wan li ser tevaya herêmê demeke dirêj bimîne.

Bekûra civaka navdewletî wek berpirsa parastina penaberan û dabînkirina vegera wan a ewle û bi dilxwazî ​​dema ku şert û mercên guncaw peyda bibin dît, û bang li hemû welatan kir ku rêzê li yasayên navdewletî û mafên mirovan bigirin, û gavên bi bandor bavêjin ber bi cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û gihiştina veguhestina siyasî ya tam a ku aştiya berdewam li welat peyda bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share3TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Desteya Siyasî pêşhatên meydanî û rewşa siyasî gotûbêj dike

Desteya Siyasî pêşhatên meydanî û rewşa siyasî gotûbêj dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.