Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de gengeşe kirin, û li raportên girûpên kar, ofîs û dezgehan guhdarî kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra şiroveyek der barê beşdarbûna xwe di Korbenda Dîplomasî ya Antalya û civînên ku di wê forumê de beşdarî di wan de kiribûn pêşkêş kir, herwiha behsa amadekariyên ji bo lidarxistina ahengên salvegera şoreşa Sûriyê dibin kir.
Cîgirên Serok û Sekreterê Giştî raporên kar û çalakiyên xwe yên heftiya borî pêşkêş kirin.
Desteya siyasî li kurte şiroveyên nûnerên Hevbendiya Niştimanî û ofîsên wê li parêzgehên Tirkiyê û deverên rizgarkirî, yên der barê karê wan û şopandina wam ji rewşa Sûriyan re guhdarî kir.
Her wiha Girûpa Kar ya Lêkolînan xwendineke siyasî li ser awayê pêşketina têkiliyên Tirkiyê û Amerîka piştî berfirehbkirina NATOyê û şerê Ukraynayê, û texmînên vekişîna Amerîkayê ji rojhilatê Firatê pêşkêş kir.
Girûpa Kar ya Partî û Şepêlên Siyasî, raporta karê xwe ji bo dema bê pêşkêş kir, û kesên amade li raporta baskê leşkerî ya li ser pêşhatên meydanî û gurkirina leşkerî ya hêzên rêjîmê li ser navçeyên rizgarkirî guhdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî