Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ko Rêjîma Esed û çekdarên wê û çekdarên PYDê yên terrorist, êrîşên xwe yên terorîstî yên dijî sivîlan ranawestînin, her weha got ku hevdembûna armanckirina rêjîma Esed û milîsên PYDê ji navçeyên rizgarkirî re û berdewamiya tawanên wan li dijî sivîlan, baştirîn nîşan e li ser hebûna hemahengiyê di navbera wan de û yekbûna armanca wan ku têkdana aramiya deverên rizgarkirî ye.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku ketina hejmarên bêhtir rojane ji şehîdên sivîl, armanckirina navendên xizmetguzariyê û wêrankirina jêrxaneyan, rêgiriyek rasteqîne li pêşiya hewlên dabînkirina ewlehî û aramiyê ji xelkê re, û ev yek dihêle bawerî kêm bibe bi gihiştina çareseriyeke siyasî ya jiyaneke aram ji xelkê re peyda bike û nehêle ew bi derketina ji welatê xwe biramin.
Berekat ji civaka navdewletî xwest ku tedbîrên tund werbigire ji bo rawestandina bombebarankirina deverên sivîlan ên ewle li bakurê Sûriyê, û karkirina ji bo pêşvebirina proseya siyasî û bi cîbicîkirina biryara 2254 bi temamî û gihîştina veguheztineke siyasî ya tam ku têde xwestekên Gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê pêk werin.
Ajansa nûçeyan a Sûrî SENA ragihand ku îro Pêncşemê welatiyekî sivîl li bajarê Daret Izzê li gundewarê Helebê şehîd ket, di encama êrîşên bi 10 dronên xwekujî yên hêzên Esed û milîsên Îranê de.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî diyar kir ku jinek şehîd bû, û jinek din jî birîndar bû, di encama topbarandina deverên di bin kontirola hevbeş a hêzên rêjîmê û milîsên PYDê yên li Helebê de, û duh Çarşemê ew bombe li malên sivîlan li gundên “El-Seyid Elî” li nêzîkî bajarê Mari’h ê gundewarê bakurê Helebê ketin..
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî