Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, tekez kir ku armanca sereke ji şewitandina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bêhtir ji deverekê û di demên li pey hev de ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên girêdayî milîsên PYD ve ew e, xistina tirsê di dilê xelkê de û nehiştina çalakiyên siyasî û çandî yên ne li gor pilanên wan ên kirêt.
Û Cîgirê Serok di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku êrişên wan çekdaran beriya çend rojan li ser wan kesên ku di 1ê Adarê de li Kobanî û Dirbêsiyê salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir pîroz dikirin, bi mebesta tirsandina xelkê û rênedana pîrozkirina helkeftên ku xelkê li hev dicivînin bû, û armanca wan a dîtir ji van êrîşên têkçûyî ew e, ajotina xelkê ber bi koçberbûna ji deverên xwe ber bi dewletên hêmintir û aramtir.
Beşar bi tundî ev tawanên berovajî pîvanên herî bingehîn ên mirovî û mafên mirovan û azadiya raman û derbirînê ne şermezar kirin, û daxwaza xistina Ciwanên Şoreşger di lîsteya terorîstan de ji civaka navdewletî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî